2. Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê bi dawî bû

Duyemîn Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Minbic û gundewarê wê bi erêkirina rêziknameya yekitiyê û hilbijartina desteya rêveber bi dawî bû.

Duyemîn Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Minbic û gundewarên wê îro sibeha bi beşdarbûna bi dehan rewşenbîr û endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk destpê kir.

Piştî axaftinan rêziknameya yekitiyê ku ji 16 bendan pêk tê hate nîqaşkirin, rêzikname bi piraniya dengan hate erêkirin.

Her wiha plansaziya saleke ya yekitiyê hate xwendin. Jê lidarxistina Mihrîcana Hena Şerîf, pêşengeha pirtûkan, zêdekirina semîneran.

Ji bo çavdêriya hilbijartinê komîteyek hate avakirin. Di encamê de 7 kes wekî rêveberên Yekitiya Rewşenbîrên Minbic û gundewarên wê hatin hilbijartin, Fetûm El-Şeriq, Ehmed El-Yûsif, Muawiya El-Salih, Reşîd Ebas, Fatima Mihemed El-Hemîd, Sîham Mihemed û Alya El-Mihemed.

Mamoste Ehmed Ebû Şikêr axaftina dawî ya konferansê kir û got ev konferans bê bandoreke erênî li yekitiyê ji bo demên pêş bike û hêviya serkeftinê ji rêveberên nû re xwest. Ebû Şikêr bang li hemû rewşenbîran kir ku piştgiriyê bidin yekitiyê.

ANHA

 


Mijarên Din