2 teqînên din li Srî Lankayê rû dan

Polîsên Srî Lankayê ragihand ku piştî her şeş teqînên serê vê sibê, li paytexta Kolomboyê 2 teqînên din pêk hatin û di encamê de kuştî çêbûn.

Ajansa Reutersê ragihand ku teqîna 7`emîn li devera Dîhyoala ya li nêzî Kolomboyê pêk hat. Her wiha AFP`ê jî diyar kir ku di encama teqînê de herî kêm 2 kuştî hene.

Piştî wê bi çend kêliyan, polîsan ragihand ku li paytexta Srî Lankayê teqîna 8`emîn pêk hat û tu agahî der barê ziraran de nehatine bidestxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hejmara qurbaniyên rêzeteqînên ku di roja cejna Paskalyayê de li dêr û otêlên li Srî Lankayê pêk hatin, gihaşt 160 kuştiyan û zêdetirî 360 birîndaran.

(bx)


Mijarên Din