200 şervan li Reqayê tev li QSD`ê bûn

Li Akademiya Şehîd Emar Şêx a QSD`ê dewreya çaremîn a bi navê Foc Şehîd Xebat Turkmen bi merasîmekê li Firqa 17`an bi dawî bû.

Dewreyê 60 rojan dewam kir û 200 şervan tev lê bûn. Di merasîma bidawîkirina dewreya perwerdeyê de, endamên saziyên civaka sivîl û malbatên şervanan û fermandarên QSD`ê amade bûn.

Piştî bîranîna şehîdan, şervanên ku dewreya xwe bi dawî kir, toraneke leşkerî li dar xist. Piştre, bavê şehîd Xebat ku dewre li ser navê wî hatibû vekirin û hevseroka Komîteya Parastinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Fatime El-Hesen axivîn û bidawîbûna dewreyê li şervanan pîroz kir û behsa rola ku dikeve ser milê wan di parastina ewlehiya bajar de ji êrîşên terrorist kir.

Piştî axaftinan, şervanan waneyên leşkerî ku dîtibûn, bi awayekî pratîk pêk anîn.

Di dawiya merasîmê de, şervanan sonda leşkerî xwar û soz da ku ew ê parastina yekbûna axa Sûriyê bikin û ew ê ewlehiya herêmê jî biparêzin.

(kc)

ANHA


Mijarên Din