21‘ê Adarê… gava destpêkê ya rizgarkirina Tebqayê

Operasyona yekemîn a daketina esmanî ya QSD‘ê ya li derdora bajarê Tebqayê destpêka ferzkirina dorpêçê li ser "Paytexta xîlafetê" bû. Şervanan di nava 50 rojan de rojek nû ji "Hesna Firatê" re nivîsand û dawî li xewna hêzên dagirker re anîn.

Di dîroka 21‘ê Adara 2017‘an de Hêzên Sûriya Demokratîk bi desteka Koalîsyona Navnetewî bi armanca rizgarkirina bajarê Tebqayê yê stratejîk ji çeteyên DAIŞ‘ê operasyona daketina esmanî li aliyê rojava yê çemê Firatê li gundewarê rojavayê Tebqayê dest pê kir.

GIRÎNGIYA BAJARÊ TEBQAYÊ

Bajarê Tebqayê ji ber cihê xwe yê erdnîgarî xwedî girîngiyeke stratejîk e. Li aliyê rojavayê Kevana Zêrîn e, li bakurê Sûriyê li ser berava rastê ya çemê Firatê ye. Li bakurê rojavayê wê pişt bendava Firatê golek çêkirî heye ku firehiya wê ji eredê 525 km dam e. Her wiha di navbera her du bajarê Heleb û Reqayê de ye. Bajarê Tebqayê wek pevgihana rêyan di navbera Bakurê Sûriyê û kûrahiya Sûriyê de heta Şamê têhesibandin. Ji wê zêdetir erdnîgariya wê ji aliyê başûr ve digihêje beyareya Sûriyê. Her wiha li ser rêya Heleb, Reqa û Bexdayê ye. Li Tebqayê mezintirîn balafirgeha leşkerî li Sûriyê û bendava Firatê ya herî mezin di Sûriyê de heye.

Rizgarkirina bajarê Tebqayê ji çeteyên DAIŞ‘ê dihate wateya ku DAIŞ‘ê derbên giran xwarin û rêya çûnûhatina wî ya di navbera rojava û rojhilatê Firatê de winda kir. Her wiha bi rizgarkirina vê bajarî re DAIŞ‘ê  xeta pêşîn a parastina "Paytexta Xîlafetê" şikest.

GUHERTINA DEMOGRAFÎ BI ARMANCA BICIHKIRINA ÇETEYÊN BIYANÎ

Çeteyên DAIŞ‘ê ji destpêka ku bajarê Tebqayê dagir kir, hemû pêkhateyên wî kir hedef. Di vê çarçoveyê de şênî neçarî koçberiyê kirin û bi dehan kes bi tewanên cûda înfaz kirin.

Pêkhateyên herêmê yên weke; Xiristiyan, Şîa, Îsmaîlî, Kurd û Erebên ku li dijî DAIŞ‘ê  ji binpêkirinên çeteyan bê par neman. Vê binpêkirinê bi xwe re guhertina demografîk anî. Hovîtî û zulma li vir hate meşandin hemû rêgezên jiyana hevbeş şikand û rengeke tenê li bajêr da der.

Tunekirina nasnameya çandî û mîraseya şaristanî yek ji armanêcn sereke yên DAIŞ‘ê bu da ku dewleta xwe ava bike û mîna li herêmên ku serwer kiribûn ku nêrîna xwe ya çandî û fikarî ya tundraw ferz kir.

Çeteyên DAIŞ‘ê bi hezaran malbatên xwe yên ku ji gelek deverên cîhanê anîbûn di malên şêniyên resen, yên ku koçberî derveyî bajêr kiribûn bi cih kirin. Di vê bajarê biçûk de hejmara çeteyan zêdeyî nîvê niştecihên resen bû, yên ku derfeta revê û xilasiya ji hovîtiya DAIŞ bi dest wan neket.

Bajarê Tebqayê di nava sal û nîvekî de di bin serweriya çeteyên ji (Ozbakistanê, Tirkistan û Ugur ) de yên ku ji Gurcistan, Cheçenya û Dagestan hatin, veguherî serweriya çeteyên ji Tunisê ku niştecihên bajarê kirin qurbaniyên nakokiyên xwe û yên çeteyên biyanî.

PLANÊN LI DIJÎ HERÊMÊ

Ji ber girîngiya bajarê Tebqayê, rejîma Sûriyê bi desteka Îran û Rûsyayê di havîna 2016‘an de hewl da ji aliyê başûr ve dest deyene ser bajêr. Hewldana rejîmê ji aliyê çeteyê DAIŞ‘ê ve hate têkbirin. Di rewşên leşkerî ya ne zelal de hêzên ku êriş kirin piştî 72 saetan ji mecbûrî vekişiyan. Li vir bi sedan leşkerên xwe winda kir.

Bi destpêka sala 2017‘an li gel vekişandina çeteyên DAIŞ‘ê hêzên rejîmê bi desteka Rûsya û Îranê li gundewarê rojhilatê bajarê Helebê operasyonek leşkerî dan destpêkirin. Di encamê de bajarokên Dêr Hafir û Meskenayê  de bidest xist. Bi vê yekê nêzî sînorê rêveberî yê herêma Tebqayê bû.

Ji ber ku der barê çarenûsa DAIŞ‘ê de bi fikar bû dewleta Tirk destek dida DAIŞ da ku şerê Kurdan bike. Nemaze piştî serkeftinên QSD‘ê yên di çarçoveya pêngava Xezeba Firatê ku di 6‘ê Mijdara 2016‘an de dest pê kir.

TEBQA ÇAWA HATE RIZGARKIRIN?

Li gel rageşî û mercên herêmî yên zehmet Hêzên Sûriya Demokratîk di 21‘ê Adara 2017‘an operasyonek dest pê kir. Berxwedana bêhempa ya şervana ku 50 rojan dewam kir, serdema tarî yak u qaşo bi "Artêşa Azad" dest pê kiribu bi çeteyên DAIŞ‘ê re bi dawî bû.

Di 21‘ê Adarê de QSD‘ê bi hevkariya Koalîsyona Navnetewî operasyona esmanî li aliyê rojava yê çemê Firatê li gundewarê Tebqayê dest pê kir. Piştî 4 rojan ji operasyonê rêya Tebqa- Şam a navdewletî, rêya Heleb û Reqayê qut kir.

Di 26‘ê Adarê de şervanên QSD‘ê balafirgeha leşkerî ya Tebqayê ya li başûrê bajêr kontrol kir. Di roja din de QSD‘ê li aliyê bakurê bajêr an li nêzî bendavê 4 saetan operasyon rawestand da ku endezyar û rêveber derbasî bendavê bibin.

Di dîroka 31‘ê Adarê de gundê Sefsafa yê li aliyê rojhilatê bajêr hate rizgarkirin. Bi vê yekê bajêr bi temamî hate dorpêçkirin. Piştre QSD‘ê dest bi operasyonê kir û bi çeteyan re raste rast ket nav şer û heta 10‘ê Gulanê dewam kir ta bajar bi temamî hate rizgarkirin. Bi rizgarkirin re bajarê Tebqayê ji aliyê bakur û rojava hate dorpêçkirin.

TEBQA..TEVNA CIVAKÎ ZEMÎNA GUNDAW YA PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK DANÎ

Civaka bajarê Tebqayê bi pirrengiya olî, etnîkî, eşîrtî û mezhebî tê naskirin. Ji ber vê yekê mîna parçeyek mozayîka renge renge. Pirrengiya civaka wê berê û heta niha jî hişt ku jiyanek hevbeş, hezkirin li ser vê erdîngiyê were rûniştandin, lewre wekî çavkaniya dewlemendbûn û afirandinê tê dîtin.

Ji destpêka avabûnê ve di salên 70 yên sedsala derbasbûyî û heta roja îro bajarê Tebqayê bi navê "Sûriyeya biçûk" tê naskirin. Li vî bajarê biçûk tevanek a civakî ku bi deh hezaran şêniyên ji deverên cûda yên Sûriyê ava kirine, tê dîtin. Ev hêmanan bû zemîna sereke ya pêkanîna projeya neteweya demokratîk û ji nûve vegerandina hefsengiya civakî û ya siyasî ya vê herêmê piştî ku hate rizgarkirin.

BENDAVA FIRATÊ GIRÎNGIYEK MEZIN DA TEBQAYÊ

Giringiya bajarê Tebqa ji vê tê ku ew bendav tê de heye. Bendava Firatê di sala 1968‘ê de dest bi xebatê kir û piştî 5 salan bidawî bû. Bendav ji golekê pêk tê ku dirêjahiya wê bi qasî 80 km e û firehiya wê 200 km e. Bi berhema hilîna 14.1 mîlyar kabik e. Ji bendavê gelek kenalên avê hatine çêkirin ku bi sed hezaran hektar zeviyên çandiniyê av dide.

Di heman demê de bendava Firatê ji girîngtirîn çavkaniya enteriyê li Sûriyê bû, beriya ku fi du salên dawî yê sedsala derbasbûyî de çavkaniyên din werin avakirin. Bendava Firatê enerjiya kehrebê çêdike ku salane 2.0 milyar kilo wat derdixîne û dide qadek berfireh a Sûriyê.

Beriya ku QSD‘ê pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina bajarê Tebqa û gundewarên wê bide destpêkirin çeteyên DAIŞ‘ê bendav kiribûn cihekî leşkerî. Her wiha komên 8 a derxistina enerejiyê wêran kirin, di encamê de kehrebe bi temamî qut bû. Dîsa cihên veguhestina ceyran û odeyên tehkîmê yên bendavê xirab kirin. Bendav kiribûn mîna zeviyek ji mayînan. Rêveberiya Giştî ya Bendavê ev agahî piştrast kiribûn.

Piştî 3 salan ji kar di bendava Firatê de karkeran ji sedî 50 bendav sererast kir. Li gorî yek ji berpirsê bendava Firatê Ehmed Oso diyar kir ku, 4 komên derxistina enerjiyê ku dighêje 400 megawat xist xizmetê, du komên têne sererastkirin û yên mayî jî dê ji derveyê xizmetê bin da ku werin sererastkirin, anjî pêwîstî hebe ji aliyê şirketa ku çêdike werin guhertin.

Serkeftinên ku hatin pêkanîn, wekî mucîzeyekê ne. Êdî Bendava Firatê ceyranê dide bajarên Tebqa, Reqa û gelek bajarên din ên Sûriyê. Her wiha avê dide zêdetirî 650 hezar hektar ji zeviyên çandiniyê yên li qiraxên çemê Firatê û pişt bendavê.

ANHA


Mijarên Din