21 çeteyên DAIŞ`ê û hêzên hikumetê hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ`ê êrişên xwe li çolistana Sûriyê berdewam dike. Di nava 48 saetên derbasbûyî de 21 leşkerên hêzên hikumetê û çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Li eniyên çolistana Sûriyê di navbera hêzên hikumetê û çeteyên DAIŞ`ê de şer berdewam e, çeteyên DAIŞ`ê domdar êrişî çolistana Sixnê ya rojhilatê Humisê dike. Balafirên Rûsya û hikumeta Sûriyê jî noqteyên çeteyên DAIŞ`ê bombebaran dikin.

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriye(SOHR) diyar kir ku di nava 48 saetên derbasbûyî de ji ber bombebaran û topbarana dijwar, 12 leşkerên hêzên hikumetê û 9 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn. Rewşa hîna birîndaran xeter e û dibe ku hejamra kuştiyan zêdetir bibe.

Ji 24 Adara 2019`an ve û heta îro hejmara wendahiyan zêde dibe, 582 leşkerên hêzên hikumetê hatine kuştin, ji wan herî kêm du rûsî ne û 127 jî ji komên alîgirên Îranê ku bi eslê ne ji Sûriyê ne.

SOHR`ê qetilkirina 4 sivîlên li zaviyên gazê dixebitîn, 11 şivan, welatiye jî di encama êrişên çeteyên DAIŞ`ê jiyana xwe ji dest tomar kir, her wiha  di demên dawîn de ji ber êriş û topbaranê 221 çete hatine kuştin.

(eh)


Mijarên Din