21 moşek ji Xezayê li Israîlê ketin

Komên çekder ên Filistînê ji Xezayê 21 moşek avêtin nuqteyên leşkerî û bargehên Îsraîlê yên nêzî Xezayê. Ji aliyek din ve serokê hikumeta Israîlê Benjamin Netanyahu civînek ewlehiyê bi les bi fermandarên artêşa Israîlê û istixbarata wê re çêkir da ku êrişa Xezayê nîqaş bike.

Saraya El-Quds baskê leşkerî ya tevgera cîhad a islamî ya Filistînê ragihand ku wê bi 21 moşekan bargehên leşkerî yên Israîlê û avahiyên nêzî Xezayê kirine hedef, wek bersîvekê li ser bûyera qetilkirina artêşa Israîlê şervanek Saraya El-Quds li ser sînorên başûrê Xezayê.

Tevgera Cîhad a Islamî di daxuyaniya xwe de got: “Em vê bersîvê pîroz dikin. Wek bersîva sûca dijmin li dijî şervanekî Saraya El-Quds şehîd Mihemed El-Naim û lîstina bi cenazyê wî.”

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em teqez dikin ku Berxwedan amade ye li hember her destdirêjiyek ji hêla dagirker ve bersîv bide."

Girêdayî heman mijarê çapemeniya Israîlê rûdana tu birîndariyê di encama topan de ranegihand. Ji aliyekî din ve serokê hikumeta Israîlê Benjamin Netanyahu civînek li ser asta ewlehiyê bi fermandarên artêş û istixbarata xwe re li avahiya desteya artêşê li bajarê Tel Aviv lidar xist. Ji bo ku êrişa ji Xezayê nîqaş bike. 

Çapemeniya Israîlê got: “Artêşa Israîlê pergala parastinê ya asmanî li deverên cuda  li welêt xurt kir.”

Îro vê sibehê artêşa Israîlê şervanek Saraya El-Quds qetil kir û du din jî birîndar kir. Piştî ku nêzî sînorên başûrê Xezayê bûn. Saraya El-Quds di daxuyaniya xwe de gefa bersîvandinê xwar û got: "Divê dagirker encamên binpêkirin, derbasbûna alavên xwe û hedefgirtina endamên sarayê li hundirê Xezayê  tehemul bike."

(şx)

ANHA 


Mijarên Din