216 şervan tevlî Meclisa Leşkerî ya Şedadê bûn

216  şervanên nû piştî ku 2 dewreyên perwerdê bidawî kirin, tev li Meclisa Leşkerî ya Şedadê bûn.

Akademiya Şehîd Birûsk Bîro ya navçeya Şedadê 2 dewreyên perwerdê ku 45 rojan dewam kir, bidawî kirin. Şervanên ku perwerdeyên xwe bidawî kirin, tev li Meclisa Leşkerî ya Şedadê bûn.

Şervanên nû di herdu dewreyên perwerdê yên bi navê dewreya şehîd Nûr û dewreya şehîd Dijwar de, waneyên bîrdozî û leşkerî standin.

Di merasîma dawîkirina perwerdê de, fermandar û şervanên Meclisa Leşkerî ya Şedadê amade bûn.

Merasîma dawîkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên nû ve destpê kir, paşê bi navê Meclisa Leşkerî ya Şedadê berdevkê meclisê Hecî Ebo Salih axivî.

Ebo Salih dawîkirina dewreyê li şervanan pîroz kir û îşaret bi rola şervanan di parastina herêmê ji her cure êrîşan û parastina destkeftiyên ku li herêmê pêk hatin, kir.

Di dawiyê de şervanan sûnda leşkerî xwarin.

Merasîm bi gerandina govendê bidawî bû.

Hêjayî gotinê ye ku di 10`ê Tebaxê de, 218 şervan tev li Meclisa Leşkerî ya Şedadê bûn.

(jo)

ANHA


Mijarên Din