218 şervan beşdarî Meclisa Leşkerî ya Şedadê bûn

Piştî bidawîkirina dewreya perwerdeyê, 218 şervan beşdarî Meclisa Leşkerî ya Şedadê bûn.

Îro Akademiya Şehîd Birûsk Pîro ya li Şedadê dewreyeke nû ya şervanan bi dawî kir. Dewreya perwerdeyê  bi navê şehîd Sahir Musa pêk hat. Şehîd Sahir Musa di pêngava rizgarkirina Dêrazorê de şehîd bûbû.

218 şervan ji dewreyê der çûn û 45 rojan waneyên bîrdozî, siyasî û leşkerî dîtin.

Merasîma derçûnê bi beşdariya fermandar û şervanên Meclisa Leşkerî ya Şedadê bi rê ve çû. Şervanan akademî bi alên QSD, YPG û YPJ’ê xemiland.

Merasîma derçûnê bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanan ve dest pê kir, paşê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Şedadê Hecî Salih axivî û dewre li şervanan pîroz kir.

Hecî Salih di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser ku hemû hêzên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina xaka xwe li dijî gefên Tirkiyê, amade ne.

Merasîm bi sondxwarina şervanên nû bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din