‘23‘yê Sibatê nayê jibîrkirin‘

Mihemed Elî Hezûrî bûyerên ku di Sibata 2016‘an de li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê rû dane vedibêje. Mihemed diyar kir ku rojên gelek zehmet bûn lê bi saya berxwedanê ew xilas bûn.

Di dîroka 16‘ê Sibata 2016‘an de çeteyên Koalîsyona Sûriyê "Îtîlafa Niştimanî" ji 3 aliyan ve êrişên dijwar anîn ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Deverên "Seken Şiqêf, Rêya Kastêlo li bakurê taxê, taxa Bustan Paşa, çerxerêya Cendul li rojhilatê taxê, Benî Zeyd, Seken Şebabî û Eşrefiyê li rojavayê taxê" kirin hedef.

Çeteyan di van êrişan de hemû cûre çekên giran, topên hewan, moşekên fîl û çekên kîmyewî bi kar anîn. Di encamê de bi dehan sivîl şehîd bûn û bi sedan ji birîndar bûn. Gelek birîndar heta niha êşa birînan dikşînin.

Di salvegera çaremîn a êrişên li ser taxa Şêxmeqsûdê de, şêniyê bi navê Mihemed Elî Hezûrî yê ji taxa Şêxmeqsûd hin bûyerên ku di 23‘ê Sibatê de rû dane bi bîr tîne.

Hezûrî dibêje: "Di dîroka 20‘ê Sibatê de zêdeyî 24 komên çete êrişên dijwar anîn ser taxê û bê serûber tax dan ber topan. Di encamê de bi dehan sivîl bûn qurbanî û komkujî pêk anîn. Ji ber êrişên bêserûber tu kes nedikarî ji malên xwe derkevin."

Mihemed Elî Hezûrî bi bîr xist: “Di 23‘yê Sibatê, di saetên ber mexrebê de çeteyan aliyê bakurê taxê dan ber topan. Du top li mala min ketin. Di encamê de zarokên min ( Ebdulkerîm ê 26 salî, Bedir 18 salî û Cûdî 14 salî) û hevjîna min bi giranî birîndarbûn. Piştre hevjîna min Heyat Merwanî jiyana xwe ji dest da.”

Hezûrî bi xemgînî wan kêliyan bi bîr tîne: "Ebdulkerîm kurê min ê mezin ji lingê xwe yê çepê  birîndar bû. Bijîşkan gotin hestiyê wî deriziye. Ev 4 sal in tedawî dibe û hîna nikare bimeşe, hema bêje nîv felc bûye. Keça min Cûdî parçeyên topê ketin serê wê, mejiyê wê derbe xwar. Pêwîstiya wê bi awayek lezgîn bi tedawiyê heye. Bedir jî parçe ket mîde û kîsê mîzê, heta niha tedawî dibe."

Mihemed Elî Hezûrî got:"Wekî malbat ji bo me ev roj rojek dîrokî reş bû, min malbata xwe winda kir, heta niha dengvedana qêrîn û kalînê ji guhê min dernakeve."

Hezûrî bi rêya ajansa me xwest nameyek ji rêxstinên mirovî re bişîne da ku alîkariya zarokên wî yên birîndar bikin. Hezûrî got: "Zarokên me bi hewcedarî desteka tenduristiyê ne. Piştî hevjîna min wefat kir, naxwazim ferdekî din ji malbata xwe winda bikim."

Mihemed Elî Hezûrî axaftina xwe wiha bi dawî dike: "Şêniyên taxê bersiva êrişên çeteyan dan, bi dehan şehîd dan da ku nehêlin çete derbasî taxê bibin. Di êrişên hovane de gelek sivîl bûne qurbanî, lê bi saya berxwedana hate raberkirin em hîna li malên xwe ne."

Komên ku di 16‘ê Sibata 2016‘an de êrişî taxê kirin ev bûn: "Ehrar El-Şam, Ceyş El-Islam, Cebhet El-Şamiya, Furqet Sutan Murad, Tugeyên Sultan Mihemed El-Fatih, Tûgeyên Festeqim Kema Emert, Hereket Nûredîn El-Zinkî, Tûgeya 13, Tugeya 16, Foca yekem, Furqeyat 16, Hereket Fecir El-Şam El-Îslamiya, Furqeya 113, Taûbêrn Sawa EL-Islamiya, Ceyş El-Îza, tûgeyên Ebû Emara, Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra), Siqûr El-Cebel, Ceyş El-Nesir, Ceyş Muhacirîn Qoqaz û Cund El-Eqsa".

ANHA


Mijarên Din