25 malbatên çeteyan li Til Temirê û 60 malbat jî li Serêkaniyê bi cih kirin

Dewleta Tirk a dagirker guhertina demografî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Li ser vê esasê 85 malbatên çeteyên xwe li gundewarên Til Temir û bajarê Serêkaniyê bi cih kir.

 

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi êrişên xwe li Serêkaniyê dest bi guhertina demografiyê kiriye. Beriya du rojan li gorî çavkaniyên ji bajarê Serêkaniyê, 60 malbatên çeteyên Sultan Mûrad ji Idlib, Humus di deriyê Ceylanpinarê re derbas kirin û li taxa Ronahî ya bajar bi cih kirin. Bi bicihkirina malbatên çeteyan re dewleta Tirk a dagirker armanca mayîndekirina dagirkeriyê û guhertina demografiyê pêk tîne.

Beriya demekê jî hezar û 500 malbatên çeteyên girêdayî dewleta Tirk hatibûn bicihkirin ku ev hejmar roj bi roj zêde dibe.

Her wiha li Serêkaniyê çeteyên Sultan Murad û Ehrar El-Şam jî beriya du rojan li ser diziyê bi hev ketibûn.

25 MALBATÊN ÇETEYAN LI GUNDÊN TIL TEMIRÊ BI CIH KIRIN

Êrişên li ser navçeya Til Temirê berdewam dikin. Gundewarên navçeyê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, malbatên çeteyan lê tên bicihkirin. Li gundê Xirbet Cimo 5, gundê Hiras jî 20 malbatên çeteyên ji Idlib û Humusê hatine bicihkirin.

Li gundên di bin dagirkeriyê de dizî, talan, kuştîn, lêdan û destdirêjî dewam dikin. 

ANHA


Mijarên Din