27 malbat rihê jiyana komînal li gund xurt dikin

Di çarçoveya jiyana komînal de ku li gundê Carûdiyê ya herêma Dêrikê hatiye rûniştandin de, 27 malbat mil bi mil dest bi projeyekê kir û berhemên wê bi awayekî wekhev dabeşî hev dikin.

Bi pêvajoya şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê re rihê hevkarî û civaka komînal di nav civakê de bi pêş ket. Li gundê Carûdiyê jî yê 7 km dikeve rojhilatê bajarê Dêrikê, ev sîstem bi pêş ketiye. Şêniyên vî gundî ji destpêka şoreşê ve xwe di nava komînan de bi rêxistin kir û jiyana xwe li gorî vê yekê xurt kir.

Şêniyên vî gundî ku debara xwe ya jiyanî ji çandiniyê bi cih tînin, kooperatîfên çandiniyê vekirin û berhêmên wê wekhev li hev belav dikin. Di heman demê de hetfane gund paqij dikin.

Niha jî ji gund 27 malbat firîkê (hişkirina genimê kesek) ji rûpîvaneke 3 donim berhev dikin. Şênî piştî genim diçinin, dişewitînin û kapeka li ser radikin. Herî dawî jî wekhev li hev dû par dikin.

Kawa Delî ku yek ji şêniyên gund e û di vê projeyê de cih digire, li ser jiyana hevpar a li gund diaxive. Kawa Delî dibêje şêniyên gund her sal beşeke erd bi sebzeyên havîn û zivistanê diçînin û berhemên wê wekhev di nav xwe de par dikin, bi vê yekê neçar namînin ku biçin bajêr sebze bikirin.

Girêdayî projeya çinîna firîkê Delî got: "Îsal şêniyên gundê Carûdiyê dê genim ji bo firîkê biçînin. Firîk xwarineke gelekî xweş e û nirxê wê li sûkan giran e, ji ber ku çinîna wî jî kedeke mezin dixwaze."

Şêniya bi navê Şaha Ehmed jî got bi alavên kevn çinînê dikin, lê îsal biryar dan ku 30 donim erd firîk biçînin. Şaha diyar kir ku li gund rihê hevkarî û komînal xurt e.

ANHA


Mijarên Din