2.Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin destpê kir

Li bajarokê Rimêlanê yê girêdayî navçeya Girkê Legê 2.Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdariya 300 delegeyan lidar ket.

Konferans li Hola Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê yê kantona Qamişlo bi beşdariya 300 delegeyan û hin mêvanên ji nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk, sazî û rêxistinên jinan, dest pê kir.

Piştî deqeyeke rêzgiritinê hevseroka Desteya Hundirîn a  Herêma Cizîrê Hêvî Mistefa axivî û lidarxistina konferansê pîroz kir.

Hêvî diyar kir ku rewşa jinê di şoreşa Rojava de cudatir e. Her wiha jinan nasname û hebûna xwe di hemû aliyan de parast. YPJ, HPC û Hêzên Ewlekariya Hundirîn damezrand.

Di axaftina xwe de Hêvî da zanîn ku hêza rêxistina jin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîraseya berxwedana jina azad e ku spartiye fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

hevseroka Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Hêvî Mistefa wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê tê nasîn. Ji ber jina Kurd hêz û fikir ji tevahî jinên pêkhateyên Sûriyê re dabîn kir û jinê xwe bi rêxistin kir û li dijî terorîstê sekinî".

Ji aliyê xwe ve jî Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Demokratîk Mizgîn Ehmed di axaftina xwe ya li konferansê de got  ev pêngaveke êrêniye ji jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û hêvî kir ku biryarên girîng der barê jinan de ji konferansê derkevin.

Li gor komîteya amadekar a konferansê dê di konferansê de rapora salane ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin û rêzikname bêne xwendin û nirxandin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din