​​​​​​​2‘yemîn Mîhrîcana Huner û Wêjeya Jin a Minbicê dest pê kir

Duyemîn Mîhrîcana Huner û Wêjeya Jinê a Minbicê bi dirûşmeya "Çand û hunera jin navnîşana şaresetaniyê ye" dest pê kir.

Duyemîn Mîhrîcana Huner û Wêjeya Jinê bi sponseriya navena çand û hunerê li avahiya çandê destpê kir. Bi sedan jinên ji bajar û gundewarê Minbicê, endamên sazî û komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê beşdarî mîhrîcanê bûn.

Axaftina destpêkê ya mîhrîcanê ji aliyê Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê Wedha El-Casim ve hate kirin.

Wedha El-Casim mîhrîcan li tevahî jinan pîroz kir û diyar kir ku jinan di serdema niha de rolek mezin di belavkirina çandê de list û di hemû qadên fikirî de têkdikoşe.

Endama Rêveber a Rêveberiya Meclisa Jinan Lemya Xelo jî axivî û ev tişt anî ziman: "Çiqas bedew e ev tabloya ku bi destê pêkhateyan hatiye xêzkirin, ji ber ku jin mûzayikek ji reng, şekil, hîs, afrandin û fikirê kevneşopî ye. Jin beşek sereke ji vê mîraseyê ye."

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarê cîgira hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz Şehrîban Çawîş lidarxistina mîhrîcanê pîroz kir û bal kişand ku jin rolek mezin di avakirina civakeke exlaq û polîtîk de dilîze. Her wiha îşaret bi serkeftinên ku jinan di her qadan de bidest xistin kir û got, di projeya neteweya demokratîk de her pêkhateyek bi çanda xwe dijî.

Piştî axaftinan, sinevîzyonek li ser xebatên ku jinan li  bajarê Minbicê kirin, hate pêşandan.

Koma Kevana Zêrîn a Kobanê stran û dîlan, Koma Amara ya Minbicê stranên gelerî gotin.

Her wiha Koma Folklora Gelerî û Stranên Kevneşopî ya Reqayê stranên erebî yên gelerî pêşkêşkirin.

Di mîhrîcanê de helbest li ser welat û têkoşer Hevrîn Xelef hatin xwendin.

Roja yekem a mîhrîcanê bi pêşandana aynên hine û dawetên Turkem ji aliyê koma Şehîd Botan a Turkmanî ve bi dawî bû.

Mîhrîcan dê sibe berhemên nû berdewam bike.

ANHA


Mijarên Din