2`yemîn Pêşangeha Kulîlkan a Tebqayê bi dawî bû

2`yemîn Pêşangeha Kulîlkan a ku Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê dest pê kiribû, bi dawî bû.

2`yemîn Pêşangeha Kulîlkan a ku Gerînendetiya Hawrîdorê û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê dest pê kiribû, piştî 4 rojan bi dawî bû.

Pêşangeh li parka Kurnîş a bakurê taxa duyemîn a Tebqayê li dar ketibû. 6 Şitilgehên kulîlkên û şînatiyan tev lê bûbû.

Di roja dawîn a pêşangehê de, gelek şênî, nûnerên Rêveberiya Sivîl, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, nivîsgeha û komîteyên jinan hazir bûn.

Her wiha hunermend Raman Mihemed û Serdar Mihemed ên ji Tebqayê di roja dawîn a pêşangehê de stran gotin.

Di pêşangehê de ku bi şahiyekê dest pê kir, 5 şitilgehên taybet, Şitilgeha Navendî ya Tebqayê, berhemên xwe, her wiha di beşeke pêşangehê de, amûr û alavên fexarî, tablo û têkildarî sûda kulîlk û kulan şanoyek ji aliyê komeke zarokan hat pêşandan.

Di dawiya pêşangehê de beşdaran govend gerand.

(dm/şx)

ANHA


Mijarên Din