3. Konferansa Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Girê Spî hat lidarxistin

3. Konferansa Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Girê Spî hat lidar xistin, meclisa tevgerê hate avakirin û ji bo pêşxistina xebatê pêşniyar hatin kirin.

Konferans li Hola Înaş Rîfî ya kantona Girê Spî bi beşdarbûna bi dehan delegeyan hate lidarxistin.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre rapora rewşa siyasî, rêxistin û xebatên tevgerê hate xwendin.

Girêdayî rewşa rêxistinî, pirsgirêkên ku di nava ciwanan de belav bûne, wekî bikaranîna înternêtê bi awayekî negetîk, bandora şerê taybet ên li ser ciwana û rêbazên çareserkirinê nîqaşên berfireh derketin.

Beşdaran ji bo pêşxistina ciwanan pêşniyarên xwe anîn ziman, ji wan: "Navendên perwerdekirina ciwanan werin zêdekirin, pirtûkxane werin vekirin û pêşbirkên ku ciwanan teşwîqî xwendina pirtûkan dike werin organîzekirin, ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên ciwanan û çareserkirina wan civîn bi awayekî asayî werin lidarxistin û pêngavên li dijî madeyên hişbiriyê werin lidarxistin."

Di dawiyê civînê de endamên Meclisa Tevgera Ciwanên Şoreşger li Sûriyê ya kantona Girê Spî hatin hilbijartin.

Endamên meclisê ev in" Welîd Mihemed, Yasir Mihemed, Mizgîn Ihsan, Hebûn Mihemed, Sîdra Welîd, Qedîr Hac, Teyf El-Hesan, Bitûl Etiya, Zehra Sadiq, Mihemed Silêman, Îsmaîl Îbrahîm, Elî El-Elî, Ziyad Sadiq, Casim El-Rezaq, Beşar Îbrahîm, Heysem Şêxo, Reed Îsa, Ehmed Silêman, Mihemed El-Hercan, Elî Hesan, Emîn Tirkmanî, Cubeyr El-Mustefa, Leys El-Qetûz, Leys El-Hemûd, Hesen Zamil, Cerîboz Mihemed".

Di dawiya konferansê de endamên meclisê sûnd xwarin ku ew ê erka ji wan tê xwestin bi cih bînin.

ANHA


Mijarên Din