3 leşkerên Tirk li Şêrawa hatin kuştin

HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku pêr li Şêrawa li dijî çete û leşkerên artêşa Tirk çalakiyek li dar xistine û di çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin, her wiha tankek jî hatiye rûxandin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li navçeya Şêrawa ya Efrînê di 31’ê Tîrmehê de li hember çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistine û di çalakiyê de 3 leşkerên  Tirk hatine kuştin, 4 leşker birîndar bûne, tankek hatiye rûxandin û her wiha 2 çeper jî tevî cebilxaneyên  tê de hatine rûxandin.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Di çarçoveya çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de hêzên me li navçeya Şêrawa derbên giran li artêşa Tirk dan.

Di 31’ê Tîrmehê de li gundê Kîmarê yê girêdayî navçeya Şêrawa hêzên me li hember baregehên çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke bibandor li dar xist. Di encama çalakiyê de tankekî artêşa dagirker ku herêmên sivîlan topbaran dikir û 2 çeper tevî cebilxaneya tê de, hatin rûxandin, 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.”


Mijarên Din