3 pasdarên Îranê hatin kuştin û buroyeke Xaminey hat şewitandin

Hêzên Pasdarên Îranê ragihand ku 3 endamên wan di pevçûnên bi xwepêşandêran re li nêzî paytext Tehranê hatine kuştin. Her wiha xwepêşandêran agir bi cihên olî yên li bajarê Ehwazê û buroya nûnerê Xaminey xist.

Dezgehên çapemeniyê yên Îranê ragihand ku 3 endamên Hêzên Parastina Disîplînê (Besîc) yên girêdayî Pasdarên Îranê di kemînekê de ji aliyê "kesên tevliheviyê çêdikin" ve li nêzî paytext Tehranê hatine kuştin.

Ajansa Faris a fermî li gorî daxuyaniyeke Pasdarên Îranê ragihand ku yek ji kuştiyan fermandarekî Pasdarên Îranê Murtada Ibrahîmî ye û yên din jî Mejîd Şêxî û Mustafa Rîdaî yên endamên Besîcê ne.

Hate ragihandin ku xwepêşandêran agir bi cihên olî yên li bajarê Ehwazê û buroya nûnerê Xaminey xistiye. Her wiha pevçûn di navbera wan û hêzên Besîc ên ku êrişî wan kirine de, derketiye. Hikumeta Îranê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku wan tora înternetê qut kiriye.

Hin malperên girêdayî Îranê ragihand ku pasdarên Îranê bi "bersiveke şoreşgerî ya dawî" gef li xwepêşandêran xwarine. Piştî ku xwepêşandan li piraniya bajaran belav bûn, endamên Murşid Îran got ji bo bidawîkirina xwepêşandanan, wê hêzên Besîc bi kar bînin.

Piştî buhayê benzînê roja înê bi rêjeyeke bilind rabû, xwepêşandanan li gelek bajarên Îranê dest pê kirin.

Malperên herêmî li gorî çavkaniyekî ji hundirê nexweşxaneya Recaî Şehir diyar kir ku ji destpêka xwepêşandanan li bajarên Kerec û Şehrîyar ên li nêzî Tehranê, 40 sivîl û 6 endamên hêzên Besîc jiyana xwe ji dest daye û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Hin çavkaniyên din jî ji opozîsyona Îranê dibêjin ku hejmara kuştiyan li seranserê welêt gihîştiye 200 kesan.

ANHA


Mijarên Din