3 şehîdên QSD‘ê li Reqayê hatin veşartin

Cenazeyên şervanên QSD‘ê Abdullah Esaf El-Zahir, Ezedîn Xelef El-Elî û Hedîd Şihade yên di teqîna terorîst a beriya du rojan li bajarê Reqayê rû dabû, hatin oxirkirin.

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Reqayê bi merasîmekê girseyî cenazeyê şervanên QSD‘ê Abdullah Esaf El-Zahir (Cûd Reqa) û Ezedîn Xelef El-Elî (Heneş) yên di teqîna terorîst a beriya du rojan li bajarê Reqayê rû dabû de şehîd bibûn, ji nexweşxaneya Wentenî ya Reqayê wergirtin û bi kerwanekî ji dehan erebeyan pêk dihat ber bi goristana gundê Hikûmiyê spartin axê.

Kerwanê cenaze li goristanê ji aliyê dehan kesî ve hate pêşwazîkirin.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin û torana leşkerî ya şervanên QSD‘ê destpê kir.

Bi navê QSD‘ê fermandar Mahir Heleb, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê meclisê Ebûdî El-Ewed û bi navê Mala Jin Necah El-Ehmed axivîn.

Di axaftinan de hate gotin, bajarê Reqayê serî jê êrîşên terorîst re danaxe û êrîş wekî delîlê lewazbûna çeteyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk çûne hate binavkirin.

Piştî axaftinana, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emîna Îbrahîm nasnameya şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Şervanên cenazeyên şehîdan hilgirtin û di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

KERAMA

Bi sedan kes ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê QSD‘ê Hedîd Şehade (Derawî Reqa) li qada Selama ya bakurê herêma Kerwamayê kom bûn. Piştî wergirtina cenaze şêniyan bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Sevdar a li bajarokê Cidêdat ve çûn.

Li goristanê deqeya rêzgirtina leşkerî ji aliyê şervanên QSD‘ê ve pêk hat.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê meclisê Meter Şexil û bi navê QSD‘ê fermanar Arif El-Esfer axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdên teqînê re hate xwestin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Nasnameya şehîd ji aliyê rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Ibtîsam El-Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Girse cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan de spartin axê.

ANHA


Mijarên Din