3 şîrketên petrolê karên xwe li Başûrê Kurdistanê rawestandin

Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand ku 3 şîrketên petrol yên cîhanê, karên xwe ên li Herêma Kurdistanê rawestandine û girêdana xwe ya bi biryara Dadgeha Federal a Iraqê ve diyar kirine.

 Li gorî Rojnewsê, di Sibatê de Dadgeha Bilind a Iraqê yasaya petrol û gazê ya Herêma Başûrê Kurdistanê berevajiya destûra Îraqê pênase kir û ji aliyê Herêma Kurdistanê firotina neft û gazê derveyî yasayê û berevajiya destûrê dît.

Wezareta Petrolê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku 3 şîrketên petrolê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin, girêdana xwe ya bi biryara Dadgeha Federal ya Iraqê ve diyar kirine.

Wezareta Petrolê di daxuyaniya xwe de got; “Kompanyayên Haliburton, Biggerhues, Schlumberger ku di rêza kompanyayên navnetewî yên di warê neftê de xizmetê dikin, bi nameyeke fermî ji me re ragihandine, ‘Di çarçoveya girêdana bi biryara Dadgeha Federal ya Iraqê, daxwaza projeyên nû ji Herêma Kurdistanê nakin.”

Li gorî daxuyaniya Wezareta Petrolê, her 3 şîrketên Haliburton, Biggerhues û Schlumberger ji bo ku bi temamî dev ji karê petrola Herêma Kurdistanê berdin, niha di qonaxa paqijkirina peymana berê de ne.”


Mijarên Din