3 welatan banga rawestandina operasyonên leşkerî li Idlibê kirin

Brîtanya, Fransa û Elmanyayê bi daxuyaniyeke hevpar banga agirbesta li Sûriyê kir û der barê aloziya dawî de ku di encamê de zêdeyî 120 sivîl li bakur û rojavayê Sûriyê hatin kuştin fikarên xwe nîşan dan.

Di daxuyaniya hevbeş a hersê welatan de hate gotin: "Divê operasyonên leşkerî bêne sekinandin."

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Derbeyên hawayî yên li dijî jînghan, topbarana bê serûber û bikaranîna bermîlên teqemeniyê, her wiha hedefkirina binsaziyên sereke yên sivîl û mirovî, bi taybet dibistan û navendên tenduristiyê li dijî qanûnên navdewletî yên mafên mirovan e."

Hêzên rejîma Sûriyê bi desteka balafirên Rûsyayê ji berî hefteyekê ve operasyonên bejî li başûrê parêzgeha Idlibê û beşin ji parêzgeha Hemayê da destpêkirin.

 


Mijarên Din