​​​​​​​'30 hezar kes ji herêmê dagirkirî xwe spartine herêmên Rêveberiya Xweser'

Sebrî Nebo destnîşan kir ku di 2 mehên dawî de 30 hezar kes ji ber sûcên artêşa Tirk a dagirker ji Girê Spî xwe li herêmên ewle yên Rêveberiya Xweser girtine û got: " Bêdengiya navdewletî ya li hember sûcên dagirkeran asta koçberiyê zêde dike."

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo sedemên zêdebûna hejmara koçberan ji herêma dagirkirî li herêmên Rêveberiya Xweser diyar kir.

Nebo got, li herêmên dagirkirî sûcên der exlaqî yên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên resen zêde bûne û diyar kir ku armanca pêkanîna van sûcan ew e ku herêmê ji niştechinê wê vala bikin da ku dest bi guhertina demografîk bikin, çeteyên xwe li şûna wan bi cih bikin û dest deyne li ser milkên şêniyên ku hatine koçberkirin.

Nebo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li gel bêdengiya civaka navnetewî sûcên xwe li dijî herêmên dagirkirî pêk tîne û got: “Ji wê zêdetir biryarên civaka navdewletî hîna dagirkirina dewleta Tirk rewa dikin. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di vê dawiyê de biryar da ku alîkariyên mirovî di dergeheke di bin rêveberiya dewleta Tirk a dagirker de derbasî Sûriyê bibin."

30 HEZAR KOÇBER XWE LI HERÊMÊN RÊVEBERIYA XWESER GIRTINE

Sebrî bal kişand ser ku hejmara kesên ku ji herêmên dagirkirî berê xwe didin herêmên Rêveberiya Xweser de zêde dibe  û wiha domand: " Bi zêdebûna sûcên dagirkeran li dijî sivîlan li herêmên dagirkir re, ji şewitandina zeviyan û ferzkirina bacan, di du mehên dawî de hejmara koçberan ber bi herêmên Rêveberiya Xweser ve zêde bû. Li gorî belgeyên me, 30 hezar koçber gihaşt bajarê Reqa, gundewarên wê û kampê. Pêla koçberiyê hîna berdewam e.” 

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo diyar kir ku rewşa koçberên ji herêmê dagikirî dijwar e. Piraniya wan bi awayekî demkî li cem xizmên xwe dimînin an jî di malên ku tê de nayê jiyîn.

Beşek mezin ji wan koçberan, niştecihên gundên li ser xetên temasê bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re li rojavayê bajarê Girê Spî û bakurê navçeya Eyn Îsayê ne. Ew gund rojane têne topbarankirin. Di encamê de şênî neçar dimînin ber bi herêmên ewle ve koçber bibin.

Têkildarî xebatên pêşwazîkirina koçberan, Nebo da zanîn ku ji bilî Rêveberiya Xweser, tu rêxistinên mirovî alîkariyan pêşkêş nakin û got, ew nikarin hejmara zêde ya koçberan pêşwazî bikin.

Sebrî Nebo di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navdewletî û dewletên Ereb kir ku zextê li dewleta Tirk bikin ji bo ku sûcên xwe yên li dijî sivîlan li herêmên dagirkirî rawestînin. Nebo rave kir ku bêdengiya navdewletî asta koçberiyê zêde dike.

Li gorî daneyên Meclisa Kantona Girê Spî hejmara koçberên kantonê gihaşt 100 hezaran kesî. Di nav de derdora 4 hezar koçber li kampa Girê Spî ya li gundê Til Siminê yê başûrê Eyn Îsayê dimînin. Koçberên din jî li bajarên Reqa, Tebqa û gundewarên wê belav bûne.

 (şx)

ANHA


Mijarên Din