300 hezar koçberên Serêkaniyê daxwaza vegerê dikin

Koçberên ji Serêkaniyê tekez dikin, ji bo vegera ser warên xwe dê berxwedana xwe bidomînin û tiştek nikare wan paşde bide, gotin``Hêviya vegerê azarên wan sivîk dikin.``

Berdewamiya êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 300 hezar sivîl neçar kirin ji herêmên xwe koçber bibin, taybet ji herêmê Serêkaniyê ya Kantona Hesekê û Kantona Girê Spî ya Herêma Firatê.

Rêveberiya Xweser ji bo bicihkirina koçberan dibistan amade kirin, vê dawiyê jî kampa Waşûkanî li Hesekê ava kir da ku pêşwaziya koçberên Serêkaniyê bikin.

Tevî ku Rêveberiya Xweser û rêxistinên xwecihî xebatên xwe didomînin, lê pir pêdiviyên koçberan ên jiyanê kêm in, ji xwarin, av, derman û pêwîstiyên zarokan.

Azar û zehmetiyên rû bi rûyê koçberan hatine, nikarîbûn vîna wan a berxwedanê bişkîne, koçber berdewambûna berxwedanê tekez dikin, daxwaz dikin vegerin warên xwe û hemû çeteyên ku destekê ji dewleta Tirk a dagirker digrin, derxîn in.

Koçberê bi navê Malik Omer got:`` Em bi sebeba dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusre koçber bûn. Di dibistanên hewandinê de rû bi rûyê azar û zehmatiyan hatine, lê em xwedî îradyeke bihêz a berdewambûna têkoşîn û berxwedanê ne.``

Omer wiha domand:`` Tekane daxwaza me ew e ku dagirkerî û çeteyên wê ji Serêkaniyê derkev in, da ku em vegerin warên xwe, dûrî dagirkeriyê û kuştinê jiyaneke bi ewle derbas bikin.``

Omer daxwaz kir`` Hêzên parastina aştiyê yên navnetewî me biparêz in, yan jî Hêzên Sûriya Demokratîk parastinê dike, em ji bilî wan qebûl nakin.``

Dayika Ayşe Idrîs a heftê salî, ku tevî malbata xwe di dibistaneke Hesekê de bi cih dibe got:`` Em derbasî demsala zivistanê dibin, rûniştina di dibistanê de pir zehmet e, em dixwazin vegerin jiyana xwe ya bi ewle ya berê.``

Dayika Ayşe domand:`` Tevî ku dagirkeriya Tirk xak û herêma me dagir kiriye, lê em dest ji îradeya xwe bernadin, emê berxwedanê bidomîn in û li dijî dagirkeriyê û çeteyên wê şer bikin.``

(rr)

ANHA


Mijarên Din