3`yemîn Mihrîcana Hunera Zarokan a herêma Firatê bi dawî bû

Çalakiyên 3`emîn a Mihrîcana Hunera Zarokan li herêma Firatê piştî pêşkêşkirina berhaman di dirêjahiya 3 rojan de bi dawî bûn. Mihrîcan bi dirûşmeya `Zarok maldariya huner û jiyana azad in` bi tevlibûna bi dehan ji komên hunerî li dar ket.

Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê bi sponseriya Tevgera Mazopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk û Tevgera Kevana Zêrîn 3`yemîn Mihrîcana Hunera Zarokan  a herêma Firatê li Navenda Baqî Xido ya li bajarê Kobanê orgenîze kir.

Bi dehan zarok tevî malbatên xwe yên herêma Firatê tevî zarok û mêvan ji bajarên Minbic, Reqa û Tebqayê tev li mihrîcanê bûn. Zarokan cilên gelêrî yên pêkhateyekên herêmê ji Kurd, Ereb û Çerkez li xwe kirin.

Çalakiyên roja sêyemîn û dawîn  a mihrîcanê îro li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê destpê kir. Gelek komên hunerî berhemên xwe yên hunerî ji dîlana gelêrî, helbest û strana bi her du zimanan Erebî û Kurdî pêşandan.

Li rex wan çalakiyan wêneyên zarokan û amûrên ku bi destê xwe çêkirine pêşkêş kirin. Her wiha koma zarokan berhemek werzîşî girêdayî werzîşa keretê pêşkêş kir.

Di dawiyê de komên zarokan ên ku tev li mihrîcanê bûne ji hêla Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ve hatin xelatkirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din