4 dewletên Ewropayê têkderên danûstandinên Lîbyayê hişyar kirin

Fransa, Brîtanya, Îtalya û Almanya roja Duşemê, bi daxuyaniyeke hevpar gefa cezayan li kesên ku danûstandinên di navbera aliyên lîbyayî de asteng dikin, xwar.

Di daxuyaniya hevpar a her çar dewletan de hate gotin: "Em amade ne tedbîran li dijî aliyên ku xebatên diyalogên siyasî û biryarên din ên kongreya Berlînê asteng dikin û aliyên ku pereyên hikumetê talan dikin û kiryarên li dijî mafên mirovan li welat pêk tînin bigirin."

Gelek kesayet û aliyên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin, lihevkirinên lîbyayî yên di civînên Tunisê de asteng kirin.

Dewleta Tirk şandina çete û çekan ji bo Lîbyayî didomîne. Artêşa Almanyayê îro ragihandibû ku Tirkiyê nehişt hêzên wan ên di mîsyoneke leşkerî ya Yekitiya Ewropayê de keştiyeke Tirkiyê kontrol bike. Tê texmînkirin ku wê keştiyê çekan ber bi Lîbyayê ve dişandin.

 


Mijarên Din