4 hezar û 175 hektar zevî bû xwelî

Li herêma Cizîrê bûyera şewitandina zeviyan ji bûyerên bedbînî ye ku rûbereke mezin ji zeviyên daye ber xwe. Li Til Hemîs, Til Birak û Tirbespiyê biqasî 4 hezar û 175 hektar hatiye şewitandin.

Li navçeyên Til Hemîs, Til Birak û Tirbespiyê yên herêma Cizîrê bi hezaran zeviyên çandiniyê yên ceh û genim ji ber şewatê bû xwelî. Tîma agirvemirandinê di pêkanîna erka xwe de kedeke mezin da , lê ji ber ba û zehmetiyên xwe gihandina cihê şewatê, agir zevî da ber xwe.

Di vê der barê de li herêma başûr ya girêdayî herêma Cizîrê bi awayekî rojane tîma agirvemirandinê bi dehên şewatên ku bi hilberînên  genim, ceh û nîzkan ve dikeve vedimirînin. Tîma agirvemirandinê heta dawiya mewsima çinînê dê di amadekariyê de bin.

Têkildarî mijarê Komîteya Rewşên Awarte ya di Komîteya Şaredarî û Parastina Jîngehê de ye, di demên derbasbûyî de der barê parastina cotkaran ji zeviyên xwe re hişyarî dabû û dabû xuyakirin ku ev bûye bi zanebûn e, di heman demê de jî dezgehên çapemeniyê yên çeteyên DAIŞ`ê şewata zeviyan girt ser xwe.

Tê zanîn ku hejmara şewata ku li navçeya Tilhemîsê heta îro gihaştiye 32 şewatan û di encamê de 350 hektar daye ber xwe. Deverên ku hatine şewitadin bi vî awayî ye:Bajarokê Ebû Cirin;(Gundê Um El-Qura ya El-Şerqiyê, Xesan û El-Qeyrewan), li bajarokê Akaz:(El-Hibîs, Akaz El-Şerqiyê, El-Hişî, El-Damircî, El-Naam, El-Hemdo, El-Xewla û El-Hidîbiyê), li bajarokê Til Ehmed;(El-Betşan, Hirêqîn, Saliya El-Xatûniya, El-Sîkirat û Lihya Amo), li bajarokê Til Hemîs;(Kalwat, El-Henwa, Xerbî Sewaa, Îstasyona kehreb û du şewat li El-Hesewiya piçûk û Hesewiya mezin) û herî dawî jî bajarokê Cezayê;(Zibêda, Akaşa, Mezraa El-Zeqa û Filistîna El-Xerbî).

Di heman demê li Til Birak jî 26 şewat pêk hatine û 425 hektar ji hilberînan daye ber xwe. Zeviyên hatine şewitandin wiha ne; Derecê, 3 şewat li gundê Nasiriyê, El-Sibêx, El-Aadliyê yên girêdayî bajarokê El-Sibêx ne, gundên;Til Azan, û du şewat li Simêhan a xerbî, El-Cesaa ku girêdayî bajarokê Simêhan a Xerbî ne, her wiha li bajarokê Til Hemdî jî agir bi; Dibistana Til Berî, Til Şemis û Til Zîbê ket û li bajarokê Til Birek; Başûrê Til Birak, Um Hecer, Recim El-Tifêhî, Hedac, El-Werdiyê, Misliyê, Sekman El-Alî. Herî dawîn jî du şewat li El-Text, El-Kaxerta, Koşo, El-Nifayat û Ebû-Arzelê ket.

Li Tirbespiyê jî hejmara şewatan gihaşt 11 deverî û nêzî 500 hektar da ber xwe. Gundên ku şewat lê derketin ev in "El-Şelhomiyê, Cîlîka, Farisok, Um Îzam El-Hirês, Hilêwiyê, Mihemd Diyab, El-Silokiyê, Atewiyê, Mircanê û Bezûna".

Hîn jî jinişkave agir bi zeviyên cotkaran dikeve.

(eh)

ANHA


Mijarên Din