4 hezar kes ji Idlibê li Efrînê hatin bicihkirin

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê derdora 4 hezar sivîl ji şêniyên bajarê Idlibê di Efrînê de li şûna şêniyên resen ên ku bi zorê dane koçberkirin, bi cih kirin.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve di 18`ê Adara 2018`an de siyasetên guhertina demografiya herêmê û koçberkirina şêniyên wê yên resen bi taybet Kurdan berdewam dikin. Çavdêr diyar dikin ku dagirkeriya Tirk bi vê yekê siyaseta qirkirina nijadî der heqê şêniyên Efrînê de pêk tîne.

Dagirkeriya Tirk piştî dagirkirina Efrînê zêdetirî 350 hezar sivîl dan koçberkirin. Niha ew şênî di nav şertên dijwar de li Şehbayê dimînin. Lê binpêkirinên dagirkeriyê di koçberkirin û guhertina demografiya Efrînê de neman. Dagirkeriya Tirk derdora 200 hezar kes ji herêmên Sûriyê yên cuda bi taybet Şam, Hims, Hema, Deraa û gundewarên wê li Efrînê bi cih kirin.

Li gorî çavkaniyên pêbawer dagirkeriya Tirk derdora 4 hezar kes ji şêniyên Idlibê piraniya wan malbatên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam in û komên din li gund û navçeyên Efrînê ji destpêka meha Gulanê ve bi cih kirine.

Gund û navendên navçeyên ku malbatên çeteyan tê de têne bicihkirin ev in: Cindirês, Şera, Bilbilê, Şiyê, Şêrawayê û gundên mîna Kokana Jêrîn û Kokana Jorîn yên navçeya Mabatayê, gundê Basûta li navçeya Şêrawayê û Qizilbaş li navçeya Bilbilê.

Ji aliyekî din ve çavkanî tekez dikin ku dagirkeriya Tirk piştî ku nuqteyek leşkerî li gundê Derwîş yê navçeya Recoyê ava kir, baregeheke hîlokupteran li gund ava kiriye.

(şx)

ANHA

 

 

 

 


Mijarên Din