4 leşkerên Artêşa Wetenî ya Lîbyayê hatin kuştin

Di êrîşa li ser baregeheke leşkerî ya Artêşa Wetenî ya Lîbyayê de li bajarê Sebha yê başûrê rojhilatê welat 4 leşkerên Artêşa Wetenî hatin kuştin.

Li Lîbyayê di navbera hêzên Artêşa Wetenî bi serkêşiya Hefter û ketîbeyên alîgirên hikumeta Wîfaq bi serkêşiya Fayiz Sîrac li herêmka Ezîziye ya rojavayê Terablusê şer derket.

Di saetên sibê de hêzên Artêşa Wetenî ya Lîbyayê bersiva êrîşeke li dijî baregeheke leşkerî ya li bajarê Sebha yê başûrê rojhilatê Lîbyayê da. Di encamê de 4 leşkerên Artêşa Wetenî ya Lîbyayê hatin kutşin.

Ji 4`ê Nîsana derbasbûyî ve dema ku Artêşa Wetenî ya Lîbyayê dest bi operasyonên leşkerî bi armanca ku derbasî Terablusê bibe dan destpêkirin, li ser sînorê Terablusê di navbera her du aliyan de şer derdikeve.

(bx)


Mijarên Din