4‘ê Nîsanê li Til Birak, Til Hemîs û Girkê Legê hate pîrozkirin

Li Til Birak, Til Hemîs û Girkê Legê yên kantona Qamişlo 4‘ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coş hate pîrozkirin.

Şêniyên navçeyên Til Birak, Til Hemîs û Girkê Legê bi çandina daran, merasîmên leşkerî û şahiyan 4‘ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

TIL BIRAK

Bi dehan endamên saziyên sivîl û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dar li baxçeyên navçeyê û çexerêya Şehîdan çandin paşê li qada navçeyê şahiyek li dar xistin.

Qada şahiyê bi wêneyên Ocalan û pankartên bi nivîsên "Bi rihê 4‘ê Nîsanê em netewa demokratîk ava bikin û bi rêberê xwe re azad bikin" û "Hêvî ji serkeftinê mezintir e" hatibû xemilandin.

Şahî bi deqeya rêzgirtin destpê kir. Ji fermandarên QSD‘ê Adil Cûdî, hevserokê Meclisa Navçeya Til Birk Mutleq El-Hesir û rêvebera Kongreya Star Hacer El-Hisên û Meclisa Malbatên Şehîdan Weed El-Ilêwî axivîn.

Di axaftinan de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelê herêmê hate pîrozkirin û wekî rojbûna xilaskirina gelan ji zulmê bi nav kirin.

Şahî bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

TIL HEMÎS

Şêniyên navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo jî bi boneya 4‘ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar li Goristana Şehîdan çandin.

Paşê Hêzên Ewlekariya Hundirîn merasîma leşkerî li dar xistin. Bi navê Meclisa Malbatê Şehîdan Mihemed Xilêwî, bi navê Kongreya Star Cewza Hasûd û bi navê meclisa navçeyê hevserokê meclisê Salih El-Xelef axivîn.

Qisekaran berxwedana Ocalan silav kirin û gotin: "Ramanê Ocalan em ji tarîtiyê derxistin, bi saya şehîdên ku xeta Ocalan dişopînin herêmên me ji DAIŞ hatin rizgarkirin û aramî pêk hat."

Merasîm bi dirûşmeyên banga azadiya Ocalan bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê pîrozbahiya 4‘ê Nîsanê li navenda Çand û Huner a Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan a girêdayî Girkê Legê kirin.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama Kongreya Star Pîroz Cûdî axivî û ev tişt got: " Rojbûna rêbertî ji bo me ne tenê 4‘ê Nîsanê ye, her roj e, ji ber ku bi saya wî em bi azadî dijîn û me wateya jiyana azad nas kir. Dîsa em dûbare dikin Ocalan bi benda xwe di girtîgehê de ye lê fikrê wî azad e."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Qehreman Mihemed jî axivî û got, rojbûna Ocalan rojbûna azadî û demokrasiyê ye.

Koma Berava Çiya ya stranan, Koma Şehîd Ezîz Ereb a stranên Erebî, Koma Şehîd Serhed a stranan stranên xwe gotin.

Şahî bi dirûşmeyên azadiya Ocalan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din