‘4‘ê Nîsanê roja azadiya mirovahiyê ye‘

Hevserokê berê yê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelan pîroz kir û got, 4‘ê Nîsanê rojbûna azadiya mirovahiyê ye.

 

Bi boneya rasthatina 4‘ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêxistina Kongreya Star a bajarê Qamişlo bi navnîşana "Bi rojbûna Ocalan re  tîrêjin berbanga azadiya gelan hilat" semînereke li Hola Zana ya bajarê Qamişlo da.

Bi sedan şêniyên bajêr, rêveberên Kongreya Star û Hevserokê berê yê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan amade bûn.

Semîner ji aliyê Hevserokê berê yê Meclisa Rêveber ê herêma Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan ve hate dayîn. Saroxan got: "Gelê Kurd di dîrokê de hatibû înkarkirin, di serdema heyî de bûye kaxezeke zehmet di cîhanê de, êdî her kes me nas kiriye, ev yek berhemên fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e."

Ebdulkerîm Saroxan anî ziman ku"Ocalan ji bo me sembola azadî û hebûnê ye, bi saya ramanê wî Kurd, Ereb û Suryan bûne yek û çeteyên DAIŞ‘ê tine kirin. Ji dewletên cîhanê gelek ciwan tevlî refên YPG û YPJ‘ê bûne û li dijî çeteyan şer dikin. Di vir de em dikarin bêjin ku ramanê Ocalan li Kurdistanê sînordar nema, lê belê li tevahî cîhanê belav bû."

Saroxan di dawiya axaftina xwe de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelê Kurd û tevahî gelên cîhanê pîroz kir û got: "4‘ê Nîsanê rojbûna me ye û rojbûnan azadiya mirovahiyê ye."

Rêvebera Kongreya Star a Kantona Qamişlo Xaliya Necar jî berxwedana Leyla Guven û çalkgerên grevên birçîbûnê yên di girtîgehên Tirkiyê de silav kir û piştevaniya xwe bi wan anî ziman.

Di dawiyê de belgefîlmeke li ser kurtejiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan.

ANHA


Mijarên Din