‘4‘ê Nîsanê rojbûna azadî û rûmetê ye‘

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz berê Mihemed Seîd Yûsif ê ku di salên 1985 û 1994’an de bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştiye, got: "Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan rojbûna azadî, rûmetê ye û roja xilasiya gelên bindest e."

Rêber Abdullah Ocalan di 4‘ Nîsana 1949‘an de li gundê Amara yê navçeya Xelfetê ya bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Her sal gelê Kurd rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin ku wekî sembola rojbûna hêviyek nû ji bo gelên azadîxwaz re dibînin.

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz yê berê Mihemed Seîd Yûsif ê ji herêma Efrînê di salên 1985 û 1994‘an de hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re kiribû.

Yûsif ji ANHA‘yê re behsa kesyaeta Rêbertî, nirxandinên wî yên di wê demê de kiribûn, girêdayî wê bûyerên ku niha li ser erdê rû didin, kir.

Mihemed Seîd 4‘ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li gelên bindest pîroz kir û got: "4‘ê Nîsanê roj rojbûna azadî û rûmetê ye ji bo gelên bindest ên azadîxwaz e. Em vê rojê li Rêbertî, gel û şehîdan pîroz dikin. Ev roj ji me re rojek girîng e."

Mihemed bal kişand ser rêxistinbûyîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û anî ziman ku bi saya keda Ocalan a bi salan gelên Bakur û Rojhlatê Sûriyê xwe bi rêxistin kirine û wiha domand: "Gelê Sûriyê bi şans e ku Rêber Abdullah Ocalan gelek sal lê ma. Rêxistinbûyîn û hevgirtina li Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamên mayîna Rêbertî li Sûriyê ye."

‘RÊBER OCALAN SÛRIYE JI ŞER DÛR XIST’

Der barê derketina Rêber Abdullah Ocalan a 9‘ê Cotmeha 1998‘an ji Sûriyê Yûsif got: "Derketina Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê bervisa ji qenciya gelê Sûriyê re ye. Rêbertî dibêje ez mêvanperwerdeya gelê Sûriyê ya bi salan ji bo min ji bîr nakin. Ji ber vê yekê Rêbertî nexwest bibe sedema pirsgirêkan ji vî gelê, ji ber wê ji Sûriyê derket da ku wê ji şerekî bi Tirkiyê re dûr bixîne."

CIVAK LI SER HER TIŞTÎ RE

Mihemed îşaret bi vê yekê kir ku Rêbertî, civak bingehê biryarên xwe digirt û got: "Dema ku dixwest tiştekî bike ji derdora pirs dikir û nîqaş dikir, piştre biryar dida."

Di berdewama axaftina xwe de Mihemed Seîd Yûsif diyar kir ku projeya Rêber Abdullah Ocalan projeya aştiya li herêmê ye û wiha domand: "Rêbertî hertim hewl dida bê tundî çêbibe çareseriyan bi rêya aştiyê peyda bike. Wan dewletan texmîn kirin bi girtina rêbertî wê projeya wî têk biçe, lê projeya wê ya neteweya demokratîk di mejiyê me de hate sepandin, em di belavkirina ramanê Ocalan de berdewam in."

RÊBERTÎ ÎSRARA YEKÎTIYA KURDÎ DIKE

Mihemed destnîşan kir ku Rêbertî îsrara yekitiya Kurdî dike û di yekîtiyê de xelasiya gelan ji dagirkeran dibîne.

Li ser kesayeta Rêber Abdullah Ocalan Yûsif got: "Rêbertî kesayetek mutewaz in, bi zarok, ciwan û temenmezin re eleqdar dibû. Ji hemû beşan re civîn li dar dixist, pirsgirêkên wan guhdar kir û çareserî jê re peyda dikir. Her wiha li ser doza Kurdistanî nîqaş kirin û banga têkoşîna ji bo welat dike."

Mihemed Seîd Yûsif bang li gel Kurd ku ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan têbikoşîn û ev tişt anî ziman: "Tecrîd wê têk biçe, ji ber ku em bi dil û çan bi rêberê xwe ve girêdayî ne. Bidawîkirina tecrîdê erkek li ser milê gel, divê gelê asta têkoşînê bilind bike."

ANHA


Mijarên Din