4 şehîdên kedê yên Mexmûrê bi merasîmekê hatin veşartin

Îro li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 4 welatiyên ku di encama qezayekê de şehîd bûbûn bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Îro 6 welatiyên Mexmûrê ku ji bo debara xwe xwestin biçin Bexdayê kar bikin, li gorî dema herêmê di saet 6:40'an de li ser rêya di navbera bajarokên Şirgat û Bêcî yên girêdayî parêzgeha Selahedîn de qeza kirin. Di encama qezayê de 4 ji wan jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn. Her du birîndar rakirin nexweşxaneya Geyareyê. Her wiha piştî ku şêniyên wargehê bi bûyerê hesiyan, ji destê sibehê ve heta bidawîbûna merasîma oxirkirina wan li ser pêyan bûn.

Ji bo cenazê û birîndar bên wergirtin gelek şêniyên wargehê bi konvoyekê berê xwe da cihê bûyerê. Danê nîvro konvoya ku çûbûn cihê bûyerê vegeriya wargehê. Gelê wargehê ji têketina wargehê heya mizgefta Semta 3 pêşwaziya konvoyê kir. Li wir piştî, bicihanîna pêwîstiyên olî,  her çar cenaze bi awayekî girseyî rakirin Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê ku merasîm lê hatibû organîzekirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê xelkê wargehê Hevserokê Meclîsa Gel Hecî Kaçan axivî.

Kaçan di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbat, xizm û hemû gelê wargehê re xwest û got: "Îro wargeha me xemgîn e. Ji bo şehîdên kedê Cîhat, Mehmût, Denîz û Hogir em xemgîn in. Ev ne bûyera destpêkê ye ku bi serê me ve hatiye. Berî niha çend salan jî me dubare li heman cihî hevalên xwe oxir kirine. Ev êş, eşa tevahî gelê wargehê ye. Dubare em sersaxiyê ji malbat, xizm û tevahî gelê wargehê re dixwazin û dibêjîn 'Şehîd namirin'."

Malbatên şehîdan jî ji bo ku êşa wan parvekirin, sipasiya tevahiya gelê wargehê kir û got ku şehîd ne tenê şehîdên wan in, yên tevahî wargehê ne.

Piştî merasîma bîranîna şehîdên kedê bi bilindkirina dirûşmeyên 'Şehîd namirin' û 'Bijî Serok Apo' cenazeyên şehîdan birin goristana wargehê û spartin axê.

Hêjayî gotinê ye ku her 4 şehîdên kedê endamên Navenda Çand û Hûnerê ya Mexmûrê bûn. Rewşa herdû birîndaran jî başe.

Li Saziya Malbatên Şehîdan ji bo her çar şehîdên kedê dê du rojan merasîma sersaxiyê hebe.


Mijarên Din