40 ciwanên Ereb li Eyn Îsayê tevlî QSD’ê bûn

Ciwanên ku nû tev li QSD’ê bûn, bang li ciwanên Ereb kirin ku ji bo parastina gel, ax û têkbirina dagirkeriyê tev li QSD’ê bibin.

Li navçeya Eyn Îsa 40 ciwanên ji pêkhateya Ereb piştî perwerdeya Dewreya Şehîd Şervan Qizel tev li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûn. Perwerdeyê 40 rojan berdewam kir. Di dawiya perwerde ye tatbîqatên leşkerî pêk hatin.

Şervanê bi navê Îdrîs Xelîl Mihemed got ji bo parastina ax, gel û têkbirina dagirkeriyê tev li refên QSD’ê bûye û got: “Em wek şervanên Kurd û Ereb şopdarên rêya şehîdan in û dagirkeriyê bi hev re ji axa xwe derxin.  Em bang li hemû ciwanên Ereb dikin ku tev li QSD’ê bibin.  Her çi dibe bila bibe em rê nadin dagirkeriya dewlet Tirk ku derbasî axa me Eyn Îsayê bibe. Morala me bilind  e û her wê li hemberî dagirkeriyê sekneke mezin bê nîşandan.”

Alawî Xelîl jî diyar kir ku heya yek ciwan bimînê wê li dijî dagirkeriyê têbikoşê û wiha dewam kir: “Bi rêya dîtina vê perwerdeyê min hin zêdetir rastiya dagirkeran nas kir. Divê hemû ciwanên Ereb tev li QSD’ê bibin ku em karibin bi hev re gelê xwe ji dagirkeran biparêzin.”

ANHA


Mijarên Din