40 leşkerên rejîmê li Idlibê hatin kuştin

40 leşkerên hêzên rejîmê li Idlibê hatin kuştin û 80 leşkerên din di êrişa çeteyên Tirk a li ser cihên rejîmê de birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di êrişa hêzên Sûriyê li ser çeteyan de nêzî 50 çete hatin kuştin û 90 kesên din birîndar bûn, her wiha 40 leşkerên hêzên Sûriyê hatin kuştin û 80 jî birîndar bûn.

Her wiha navendê destnîşan kir: "Di 22`yê Çileyê de komek ji çekdarên nêzî 50 kesan bi desteka 4 erebeyên biçûk bi çekên giran, cihên hêzên hikumetê li bajarê Helebê ji 2 aliyan de êriş lê kirin, ev êriş hewldana yekemîn a êrişên li ser cihên hêzên hikumetê bû ji dema rizgarkirina bajar ji terorê ve ye."

Her wiha ajansa Sana ya rejîma Sûriyê jî wiha ragihand: "Yekîneyên ji artêşa Sûriyê yên li gundewarên Idlibê û komên terorê li nuqteyên leşkerî yên li gundewarên rizgarkirî li herêma Meret El-Nûman şer kirin."

Ajansê wiha domand: "Rêxistinên terorê îro sibehê tevî komeke mezin êrişeke hovane bir ser yekîneyên artêşê yên li başûr û başûrê rojhilatê Idlibê."

Her wiha ajansê diyar kir ku çeteyan dikaribûn bi rêya hemû cureyên çekan, di nav de erebeyên bombebarkirî, hin nuqteyên artêşê li aliyê El-Tehe, Ebo Herîf û Semkê derbas bikin.

Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan jî wiha da zanîn: “Balafirên şer ên Rûsyayê îro sibehê êrişên asmanî li herêmên derdora El-Lîrmon li bakurê rojavayê Helebê, herêmên rojavayê Helebê pêk anîn, her wiha duh herêmên li gundê Cozêf li Cebel El-Zewiyê jî pêk anîn. Hêzên rejîmê herêmên li Kefenaha, Mensûra, Xan El-Esel û Raşidîn li gundewarên rojavayê Helebê bombebaran kirin. Balafirên şer ên rejîmê jî bi çekên giran cihên li Xan El-Sibil û Babîla li gundewarên Idlibê hedef girtin.”

SOHR`ê diyar kir ku duh bi zêdetirî 395 derbeyên asmanî balafirên şer ên rejîmê û balafirên Rûsyayê bi dehan bajar û bajarok û gundên Heleb û Idlibê kirin hedef.

(jo)


Mijarên Din