410 malbatên li kampa Holê ji bo vegerê navên xwe qeyd kirin

Hevseroka kampên kantona Hesekê Macîda Emîn got 410 malbatan navên xwe li gel rêveberiya kampê qeyd kirine da ku vegerin bajarên xwe Tebqa û Reqayê.

Rêveberiya kampa Holê li ser xwesteka Rêveberiya Xweser roja şemiyê dest bi qeydkirina navên koçberên (jin û zarok) ku dixwazin li bajarê Tebqa û Reqayê vegerin wek pêngaveke destpêkê, kiribû. Paşê jî dê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi qeydkirina navên xwe bikin da ku li warê xwe vegerin.

Hevseroka kampên kantona Hesekê Macîda Emîn têkildarî hejmara malbatên ku navên xwe qeyd kirine da ku li bajar û gundên xwe yên li Reqa û Tebqayê vegerin, bi rêya telefonê ji ANHA`yê re wiha got: "Deriyê qeydkirinê li pêşiya şêniyên bajarê Reqa û Tebqayê vekirî ye. Di nava çend rojên berê de buroyên me navên 410 malbatan qeyd kirin. Em hewl didin beşa yekemîn ji koçberên ku dixwazin vegerin, roja pênşemê anku 30`ê Gulanê derxin."

Roja pêncşemê (23`yê Gulanê) Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana kampa Holê kiribû û li gorî biryara ku ji komxebata eşîrên herêmê li Eyn Îsayê hate lidarxistin ku doza vegerandina koçberan ji jin û zarokan were nîqaşkirin.  

Rûspiyên eşîran jî got ev pêngaveke erênî ye û tekez kir ku ev yek tê wateya efûkirin û hezkirina di navbera pêkhateyên herêmê de. Her wiha destnîşan kir ku ev biryar jiyaneke nû dide koçberên Sûriyê û penaberên Iraqê.

(bx)

ANHA


Mijarên Din