4200 mamosteyên Reqayê perwerde dîtin

Komîteya Fêrkirin û Perwerdê ya bajarê Reqayê dewreya perwerdeyê ya ji bo mamosteyên Reqayê re bi dawî kir.

Dewreya perwerdeyê ya mamosteyên Reqa û gundewarên wê 2 mehan dom kir.

Mamosteyan di perwerdeyê de dersên girêdayî metaryala xwefêrkirinê bi zimanên erebî, fransî û ingilîzî, bîrkarî û zanist standin.

Hejmara navendên ku Komîteya Fêrkirin û Perwerdê li bajêr û gundewarê vekirine, 14 navend in. Di van navendan de 4 hezar û 200 mamoste hatin perwerdekirin.

Rêveberê Komîteya Fêrkirin û Perwerdê ya Reqayê Yûsif Mihemed di vî warî de got: "Armanc ji vê dewreyê ew e ku asta mamosteyan pêş bixin ku karibin bi awayekî hîn baştir xwendekaran perwerde bikin."

Mihemed wiha lê zêde kir: "Li Reqayê Faktualiya Wêjeyê ya perwerdekirina mamosteyan di tevahî metaryalên xwendinê de heye, weke; bîrkarî, zanist, felsefe, zimanên erebî û ingilîzî û zanista civakî."

Mihemed di dawiya axaftinên xwe de anî ziman ku ku sala perwerdeyê ya bê dê ji salên borî baştir be. Ji ber gelek dibistan hatin amadekirin û mamoste jî bi awayekî baştir hatin perwerdekirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din