43 hunermendan bi boneya salvegera damezirandina PKK'ê sirûdek got

43 hunermendan bi boneya salvegera damezirandina PKK'ê sirûdeke taybet amade kir. Gotin û muzîka sirûdê ya Hozan Emekçî ye.

43 hunermendên ku bi organîzeya Med Muzîk TV hatin cem hev, ji bo salvegera 42'yan a PKK'ê sirûdek amade kir. Gotin û muzîka sirûdê ya Hozan Emekçî ye û di albûma ''Heke Gerîla Nebûna'' ya 2002'an de cih girtibû.

Xebatan nêzî mehekê domand û ji Kurdistan û Ewropayê gelek hunermen tev lê bûn. Klîba sirûdê îro li Med Muzîk TV û platformên din ên dijîtal hate weşandin.

Hunermendên ku di nava projeyê de cih girtiye, wiha ne:

Nesrîn Botan, Denîz Deman, Simeya Mihemed, Xelîl Xemgîn, Nûarin, Emekçî, Hozan Comerd, Hozan Aydın, Hekîm Sefkan, Serhat Çarnewa, Bengî Agirî, Seyidxan, Şiyar Munzur, Zozan Zûdem, Bûlent Turan, Xanemîr, Memo Gûl, Rozerîn Ibrahim, Binevş, Jiyan Osman, Mazlûm Gûl, Caziya, Tîtale Feyzo, Hûner Ayzon, Eser Gûl, Serhad Med, Zahir Loran, Alî Îkîzer, Nûdem, Nashwan Stran.

Aranje: M.Berazî - Tomarkirin: Mazlûm Rewşen, Merdan Zirav, Kawa Rojava, Hûnergeha Welat - Mîx: Mazlûm Rewşen - Masterîng: Topaz - Koordînator: Memo Gûl, E.Çelîk -Kamera: MED, Gorse, Şerîf, Diyar - Montaj û Edît: Ersîn Çelik, Tarık Demir - Çêker: Med Muzîk TV


Mijarên Din