​​​​​​​45 hezar endamên parastinê, tevî şêniyên herêmê parastina zeviyan dikin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 45 hezar endamên Hêzên Parastina Civakî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û xwediyên mêrg û erdên çandiniyê, werza çandiniyê ya îsal diparêzin. Tevî vê yekê jî, heta niha zêdetirî 82 hezar donim ji erdan hatin şewitandin ku piraniya şewatan bi destê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, pêk hatine.

Sala borî li piraniya erdên çandiniyê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şewat derketibû. Piraniya şewatan bi destê şaneyên çeteyên DAIŞ`ê û artêşa Tirk pêk hatibû û beşekî din şewat bi rengekî xwazayî derketibûn. Wê yekê zirareke mezin da keskahî û berhemên çandiniyê yên şêniyên herêmê û asta berhemdariya çandiniyê daxist.

Li gorî daneyên Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sala borî 435 hezar û 500 donimên genim û ceh şewitîne. Her wiha bi dehan mal û mezreyên li herêmê zerar dîtine û 14 kesên ji tîmên agirkujiyê, endamên ewlekariyê û sivîlan di dema vemirandina agir de, şehîd bûne.

Îsal, bi destpêkirina werza çêbûna berhemên çandiniyê re, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya saziyên xwe yên sivîl, ewlekarî, leşkerî û Hêzên Parastina Civakî li kêleka şêniyan hewl dide ku pêşî li zirarên digihêjin berhemên çandiniyê bigire, nexasim şewatên ku bi zanabûn li herêmê tên derxistin.

Bi vê armancê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 30 hezar endam ji hêzên xwe xist tevgerê û li gund, navçe, rêyan û di nava erdên çandiniyê de belav kir û 24 saetan nobetê digirin.

Berdevkê fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî El-Hesen destnîşan kir ku ji destpêka çêbûna berhemên çandiniyê, hêzên wan li herêman hatin belavkirin û nobetê digirin. El-Hesen hejmara endamên ji bo nobetê û parastinê hatine erkdarkirin eşkere kir û got: "Zêdetirî 30 hezar endam parastina erdên çandiniyê dikin. Em bang li şêniyan dikin ku heke rewşeke awarte dîtin yekser me agahdar bikin."

Bi heman armancê Hêzên Parastina Civakî (HPC) li kêleka Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî karên parastinê dibe. HPC, hêzeke herêmî ye ku erka xwe parastina tax û gundan e û jin, ciwan û kesên temenmezin cihê xwe tê de digirin.

Di vê der barê de, yek ji berpirsên HPC`ê Zubeyda Elî diyar kir ku zêdetirî 15 hezar endamên hêza wan beşdarî parastina zevî û erdên çandiniyê bûne.

Zubeyda wiha got: "Erka me parastina zeviyan e. Heke rewşeke awarte ya şewatan derket em tîmên agirvemirandinê agahdar dikin û tevî wan agir vedimirînin."

Hêjayî gotinê ye ku meclisên bajar û kantonên Rêveberiya Xweser ji bo parastina berhemên çandiniyê di dirêjahiya werza çandiniyê ya îsal (2020) de, komîteyên rewşên awarte amade kirine. Komîte ji endamên şaredariyan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn "Asayîş", Hêzên Parastina Civakî, nûnerên ji Yekitiya Cotkaran, nûnerên ji Desteya Aborî û Çandiniyê û hevserokên meclis û komînan pêk tê.

Tevî hejmara mezin a hêzên ewlekariyê, hêzên leşkerî, endamên parastinê û bi sedan endamên parastina sivîl "agirkujî" jî, heta kêliya amadekirina vê nûçeyê 82 hezar û 510 donimên erdên çandiniyê şewitîne.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser Selman Barûdo tekez kir ku piraniya rûberan bi destê çeteyên girêdayî Tirkiyê pêk hatiye, wekî zeviyên Til Temir, Zirgan, Kobanê û Eyn Îsa yên li tixûbê herêmên herêmênê girêdayî Serêkaniyê û Girê Spî ku Tirkiyê dagir kirine. Her wiha li hin rûberên li Dêrazorê, Reqa, Tebqa, Kobanê û Hesekê jî şewat derketiye.

Di hewldana şêniyan, hêzên parastinê û tîmên agirkujiyê yên vemirandina agirên li herêmê de, hefteya borî 2 şêniyên navçeya Zirganê şehîd bûn û 2 kesên din jî birîndar bûn.

(cx)

ANHA


Mijarên Din