46 dîlgirtiyên Filistînê dest bi greva birçîbûnê dikin

Roja yekşemê ji ber kiryarên Îsralê yên nebaş, dîlgirtiyên Filistînê yên di girtîgeha Esqelan a Îsralê de dê dest bi greva birçîbûnê bikin. Her wiha hêzên ewlehiyê yên girtîgehên Îsraîlê li hemû beşan vê sibehê dest bi kifşkirin û talankirina tiştên dîlgirtiyan kir.

Nadî El-Esîr ê filistînî diyar kir ku dîlgirtiyên li girtîgeha Esqelan hazirtiya destpêkirina greva birçîbûnê bi navê "Şerê El-Mecdel" dikin ku siyaseta rêveberiya girtîgehan a "sosret" red dikin.

Nadî El-Esîr wiha axivî: "Hêzên ewlehiyê yên girêdayî rêveberiya girtîgehan sibeha îro, bi awayekî hovane bi ser odeyên girtîgehê de girt û îşaret pê kir ku ev operasyona serdegirtinê piştî ragihandina dîlgirtiyan a greva birçîbûnê ku dê sibe (yekşemê) dest pê bike, hat. Da ku li hember neheqiyên rêveberiya girtîgehan ên ji dawiya Nîsanê borî ve tên kirin, bisekinin." 

Dîlgirtiyên Filistînê hejmarek daxwazên grevê diyar kirine û hin jê wiha ne; rawestandina serdegirtina odeyên girtîgehê bi awayekî hovane û çekdarî, rakirina sizayên ku li ser dîlgirtiyan hatine ferzkirin, dermankirina nexweşiyan, hatina bijîşkên pispor, pêşxistina rewşa jiyanî, ketina cil û pirtûkan bi awayekî daîm, kişandina wêneyan bi malbat û hevjînan re û nûjenkirina berguhan di dema serdanan de.

Hejmara dîlgirtiyên li girtîgeha Esqelan 46 e û piranî jê jî hikmên xwe dirêj in.

(fr)


Mijarên Din