46 girtiyên filistînî dest bi greva birçîbûnê kir

Girtiyên filistînî yên di zindana Esqelan a Îsraîlê de, îro li dijî rewşa dijwar a ku rêveberiya zindanê der heqê wan de pêk tîne, dest bi greva birçîbûnê kir. Di heman demê de jî artêşa Îsraîlê li Dufa El-Xerbiyê hemleyên girtinê pêk anîn.

Nûçegihanê me li Xezayê li ser zimanê serokê Desteya Kar û Barên Girtiyên Filistînî Qedrî Ebû Bekir got: "Bi armanca başkirina rewşa girtiyan, rawestandina serdegirtinan û rawestandina hemû diyardeyên ne ji rêzê yên ku dema malbatên girtiyên serdana zindanê dikin, rastî wan tên, vê sibê 46 girtiyên di zindanê de, dest bi greva birçîbûnê kir."

Ebû Bekir destnîşan kir ku yekîneyên çewisandinê yên taybet ên Îsraîlê, duh bi şev girt ser zindana ku 46 girtî tê de ne û tiştên wan ên taybet şikandin.

Têkildarî mijarê vê sibê hêzên artêşa Îsraîlê bi pêngava serdegirtinê, li herêmên cuda ji Dufa El-Xerbiyê de, 8 welatiyên filistînî girtin.

Di vê derbarê de, nûçegihanê me ku agahiyên xwe spartine çavkaniyên Filistînê, ragihand ku artêşa Îsraîlê piştî ku girt ser malan û mal û milkên wan wêran kirin, 8 welatiyên filistînî girtin.

Malpera "Wala" ya Îsraîlê got artêşê ev kes bi îdiaya ku beşdarî çalakiyên li dijî artêşê bûne, girtine.

(eh/kc)


Mijarên Din