4‘emîn Mîhrecana Govendê dest pê kir

Bi dirûşmeya "Bi vegera li ser kokê re em govendê zindî bikin" Çaremîn Mîhrecana Govendê bi beşdarbûna 11 koman dest pê kir.

Bi dirûşmeya "Bi vegera li ser kokê re em govendê zindî bikin" Çaremîn Mîhrecana Govendan bi meşekê dest pê kir.

Komên govendê û bi dehan şêniyên bajarokê Rimêlan  bi cil û bergên folklorî tevlî meşê bûn.

Meş ji ber navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan ber bi bajarokê Girkê Legê ve destpê kir û li kolana sereke ya navçeyê bi dawî bû. Li vir xelekên govendê hatin gerandin.

Mîrecan dê 2 rojan li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgeran bidome.

ANHA


Mijarên Din