4`emîn Mihrîcana Govendê bi dawî bû

Di bin dirûşmeya  `Bi vegera li ser kokê em ê govendên xwe zindî bikin` îro Mihrîcana Govendê ya 4`an bi tevlibûna 11 komên govenda gelêrî ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li stada Şehîdên 12`ê Adarê ya Qamişlo bi dawî bû.

Komên govendê yên ku tev li 4`emîn Mihrîcana Govendê bûne di roja dawîn ya mihrîcanê de bi rêya behremên xwe yên govandên gelêrî têkilek cihereng ji kultur û çanda gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin.

4`emîn Mihrîcana Govendê di 27-28`ê Tîrmehê de li bajarokê Rimêlanê yê kantona Qamişlo destp kir. Di dirêjahiya du rojan de komên ku tev li bûne berhemên hunerî û gelêrî cuda pêşkêş kirin. Îro mihrîcan li bajarê Qamişlo bi tevlibûna bi dehan şêniyên bajêr bi dawî bû.

11 komên govendê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên cuda û ji tevahiya pêkhateyan; Kurd, Ereb, Çerkes û Tirkman tev li mihrîcanê bûn. Her komek bi reng û cilûbergên çanda pêkhateya ku girêdayî wê ye li xwe kirin. Bi vê yekê têkilek cihereng di cihekî de kom bû.

Koman di roja dawîn de berhemên xwe yên hunerî, stran û govendên her çandekî pêşkêş kirin.

Mihrîcan bi tevlibûna şêniyan koman di gerandina xelekên govendê de li ber stranên gelêrî û şoreşgerî bi gelek zimanan  bi dawî bû.

(şx)

ANHA 


Mijarên Din