​​​​​​​4`emîn Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi dawî bû

Piştî 5 rojên bê navber îro 4`emîn Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herkol bi dawî bû.  Di roja dawî de şeş beşên ku tev li pêşengehê bûne pirtûk weke diyarî belav kirin.

 4`emîn Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di 20`ê Hezîranê de destpê kir. Gelek çapxane, yekitiyên nivîskaran, rewşenbîr û nivîsgehan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li pêşengehê bûn. Di wan 5 rojan de gelek pêkhateyên herêmên cuda Kurd, Ereb û Suryan  serdana pêşengehê kirin.

Di roja dawî ya pêşengehê de wêneyên Heyva Sor a Kurd dema sivîlan xilas dike, hatin pêşandan.

Gelek şênî, nivîskar û rewşenbîran serdana pêşengehê kirin. Şeş beşên ku tev li pêşengehê bûne 53 hezar pirtûk wek diyarî dan.

Di merasîma bidawîkirina pêşengehê de endamê Komîteya Amadekar a Pêşengeha Herekol Ebûd Mexso spasiya Hêzên Ewlekariyê û Komîteya Tenduristiyê ji ber xebatên ku ji bo parastina beşdarên pêşengehê pêşkêş kirine, kir.

Komîteya Amadekar wêneya Şehîd Herekol radestî dayîka wî ir. Her wiha pirtûk li beşdarên pêşengehê belav kir û navên sê nivîskarên ( Salih Heydo, Xidir El-Hemadî û Kone Reş) ji bo çapkirina pirtûkên wan bê pere, pêniyar kirin. Komîteyê zaroka bi navê Rene Egîd a ku çavdêriya beşa pirtûkên zarokan dikir xelat kir.

Dihat payîn ku 4`emîn Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di 25`ê Hezîranê de bi dawî bûbûya, lê piştî ku Desteya Tenduristiyê ragihand gelek kes li bajarên Qamişlo û Hesekê bi koronavîrusê ketine, Komîteya Amadekar ji bo parastina welatiyan, îro pêşengeh bi dawî kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din