5 dibistanên gundê Sewê amade ne ku 15`ê îlonê deriyên xwe vebike

Şaredariya Gel a Sewê li gundewarê rojavayê Dêrazorê bi hevkariya Komîteya Xizmetguzarî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê û hevkariya bi yek ji rêxistinan re bermahiyên li pişt çeteyên DAIŞ`ê ji 5 dibistanên gund rakirin, da ku pêşwaziya xwendekaran bike.

Şaredariya Gel a gundê Sewê ragihand ku wan bermahiyên li dibistanan ku çeteyên DAIŞ`ê li peyî xwe hiştibûn, rakirin.

Ev gav ji bo girîngiya vekirina hejmarekî mezin ji dibistanan li gund û derdora wê û taybet ji ber zêdebûna hejmara xwendekaran pêk hat.

Li gorî berpirsê pîşeyî di Şaredariya Sewê Hemed Xelef ku proje 2 rojan dewam kir, her wiha ew li ser daxwaza şêniyan ji bo rakirina bermahiyan û sererastkirin û vekirina wan dibistanan, pêk hat.

Hêjayî gotinê ye ku piştî pêkanîna vê projeyê hejmara dibistanên hatin amade kirin û pêşwaziya xwendekaran bike 7 dibistanên li gund û derdora wê, ku tê payîn di 15`ê îlonê deriyê xwe li pêşiya xwendekaran vebike.

ANHA

 


Mijarên Din