5 şervanên QSD`ê yên agirê zeviyan vedimirandin birîndar bûn

Îro 5 şervanên QSD`ê dema tev li xebatên vemirandina şewatên zeviyên gundên rojavayê bajarê Eyn Îsayê bûn, birîndar bûn.

Îro li herêma El-Celebiye ya dikeve başûrê kantona Kobanê du şewat çêbûn. Yek li nêzî gundê Hûrik bakurê El-Celebiye û heta Koşkar ber bi gundê Berlik rojavayê Girê Spî belav bû. Ya din ji gundê Reqas rojhilatê El-Celebiye, gundê Şîş û heta gundê Ebû Heyê ji aliyê rojhilat ve belav bû. Tîmên agirvemirandinê bi  hevkariya şêniyan û QSD`ê agir vemirand.

Li gorî texmînên şêniyên herêmê derdora 500 hiktar zevî şewitîne, hindek ji wan hatibûn çinîn.

Ji aliyekî din ve Rêveberê Navenda Ragihandina QSD`ê Mistefa Balî bi rêya malpera xwe got: "Dema 5 şervanên me ji bo şewatên zeviyan vemirînin, li gundên bakur û rojavayê Eyn Îsayê alîkariya şênî û tîmên agirvemirandinê dikirin birîndar bûn. Şervan bi birînên cuda birîndar bûn û ji bo dermankirinê rakirin  nexweşxaneya leşkeri.”

Bi zêdebûna şewatan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêzên QSD, YPG, YPJ û Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi awayekî çalak li rex tîmên agirvemirandinê, komîteyên awarte û şêniyan beşdarî xebatên vemirandina şewatan dibin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din