5 televîzyonên Kurdî ji bo Şengalê wê ekranên xwe reş bikin

Di 3’yê Tebaxê de ku 5’emîn salvegera êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê ye, wê 5 televîzyonên Kurdî ekranên xwe reş bikin.

Medya Haber, Stêrk Tv, Çira Tv, Ronahî Tv û Aryan Tv ji bo bîranîna kesên di êrîşê de hatine qetilkirin û revandin wê sibe saet 10:59 bi qasî deqeyekê ekranên xwe reş bikin.

Di heman demê li gelek deverên cîhanê hemwext deqeyek rêz bê girtin. Her wiha wê li dehan bajaran bi daxwaza naskirina qirkirin û xweseriya Şengalê bimeşin.


Mijarên Din