5 welatan nerazîbûn nîşanî tevgerên ne rewa yên Tirkiyê dan

5 dewletên erebî û ewropî bi daxuyaniyeke hevbeş nerazîbûn nîşanî destwerdana leşkerî ya Tirkiyê û tevgera wê ya "Ne qanûnî" di Deryaya Spî de da.

Wezîrên karê derve yên Misir, Yewnanistan, Qibirs, Fransa û Îmaretê  bi mijara "Pêşketinên bi fikar ên li Rojhilata Navîn, krîzên li gelek welatan ku ewehî û aramiya wan dike hedef" civiyan.

Piştî civînê wezîran daxuyaniyek hevpar dan. Daxuyanî li ser malpera Wezareta Derve ya Misirê hate weşandin.

Di daxuyaniyê de "Tevgera Tirkiyê ya ne rewa li herêma aborî ya komara Qubirisê û ava wê ya herêmî" hate şermezarkirin. Hate gotin ku ev tevger li dijî qanûnên navdewletî û yên NY‘yê bûye. Her wiha hate destnîşankirin ku di kêmî salekî de ev hewldana 6 a ji aliyê Tirkiyê ve ye ku li herêma deryayî ya Qubirisê vekolandina ne rewa dike.

Di daxuyaniya hevpar a wezîrên karên derve yên her 5 welatan de "Binpêkirinên Tirkiyê yên li djiî qada asîmanî ya Yewnanistê" her şermezarkirin, heta eşkerekirin ku Tirkiyê bi awayekî plankirî hewl dide sivîlan bi rengekî ne rewa ber bi sînorê deryayî û bejayî ya Yewnanistê ve bidehvîne."

Wezîran di daxuyaniyê de bang li Tirkiyê kirin ku "Rêzê ji serdestiya tevahî dewletan û mafên wan yên serdestiyê di herêmên deryayê yên rojhilatê Deryayê Spî de bigire"

wezîrên derve  nerazîbûn nîşanî "Destwerdana leşkerî ya Tirkiyê di Lîbyayê de" dan û bang li Tirkiyê kirin ku rêz ji biryara Neteweyên Yekbûyî ya qedexekirina çekan bigre, şandina çeteyên ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve rawestine û diyar kir ev nêzîkaî gefê li ewlehiya dewletên cîranê Lîbyayê û dewletên Ewropayê  dixwe.


Mijarên Din