50 sale ku Şerîfe nexweşên Şeqîqa bê pere derman dike

Şerîfe El-Hisênî ji 50 salan ve hewl dide asta êşa nexweşên şeqîqa sivîk bike. Ev pîşe ji bavê xwe wergirtiye û hewl dide bê pere alîkariya nexweşan bike.

Şerîfe Ehmed El-Hisênî li bajarê Mêrdînê yê bakurê Kurdistanê hatiye dinê. Ji ber zilm û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdan, neçar man tevî bi hezaran malbatên Kurd koçber bibin û li gundê Biyan Dor ê girêdayî navçeya Tirbespiyê bi cih bibin.  Niha jî li Qamişlo dimînin.

Şerîfe dayîka 5 kur û 2 keçan e. Kurê wê Mihemed Ehmed di pêngava Cezayê de şehîd bûye. Piştî wefata hevserê wê, barên malbatê li rex xwedîkirina zarokan hildigire.

Şerîfe ya 82 salî pîşeya dermankirina nexweşiya Şeqîqa ji bav û mata xwe wergiritiye.

Şerîfe di nav şêniyên herêmê de deng vedide. Ji ber wê nexweş ji tevahiya deverên herêma Cizîrê bi hêviya başbûna ji nexweşiyê diçin cem Şerîfe.

Şerîfe nexweşên Şeqîqa di dirêjahiya sê rojan de bi rêya misdana bi zêtên xwezayî mîn zêta zeytûnê û nana derman dike.

Têkildarî nîşaneyên nexewşiyê û rêyên dermankirinê Şerîfe got: "Di dirêjahiya salên ku ez nexweşan derman dikim, sedema vê nexweşiyê ne diyar bû. Zanyar ev nexweşî bi guhertinên ku di mejî de çêdibin û sedemên wîrasî ve girê didin."

Şerîfe nexweşan bê pere derman dike ev jî bala gelekan dikişîne.

Di nav gotinên xwe de Şerîfe diyar kir ku ew şîret li nexweşan dike ku ji westan, şewqên zêde û guhertina rewşa hawayê dûr bikevin. Şerîfeyê diyar kir ku êşa vê nexweşiyê weke bahozekî di serê mirovan de çêdike. Ji ber wê nexweş nikarên erkên xwe yên rojane pêk bînin.

Şeqîqa bi xwe êşek di mejî de çêdibe. Li rex wê nexweş ji hişê xwe ve diçin û vedireşin. Alerjiya wan ji şewqê heye. Destpêkê êş sivik e lê piştre giran dibe. Ji aliyek serî diçe aliyê din. Hin caran nexweş pê dihese ku êş di tevahiya serî de ye.

(şx)


Mijarên Din