5`emîn Mîhrîcana Hunerê ya Zarokan bi dawî bû

5`emîn Mîhrîcana Hunerê ya Zarokan li kantona Hesekê bi pêşkêşkirina stran û şanoyan bi dawî bû.

Di çalakiyên roja dawîn a 5`emîn Mîhrîcana Hunerê ya Zarokan bi dirûşma "Em zarok simbilên jiyanê ne" li navçeya Til Temir de bi sedan zarok û şêniyên navçeyê amade bûn.

Di roja dawîn de Koma Şehîd Şiyar a Şanoyê ya girêdayî Navenda Çandê ya Hesekê şanoya ‘Reşê’ pêşkêş kir û bi rêya wê nameya ku divê mirov taybetmendiyên mirovan ên hundirîn bêhtir nas bike, da.

Koma Şehîd Bêrîtan a girêdayî Navenda Çandê ya Amûdê gelek stranên şoreşgerî der barê şoreşa Bakurê Sûriyê û folklora kurdî de pêşkêş kirin, koma jinan a girêdayî Navenda Çandê ya Hesekê jî stranên folklorîk bi alava erbaneyê pêşkêş kirin. Her wiha gelek koman dîlanên folklorîk pêşkêş kirin.

Çalakî di roja sêyemîn û dawîn de bi pêşkêşkirina stranên folklorîk ji hêla koma muzîkê ya girêdayî navçeya Serêkaniyê ve bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din