5’emîn Mîhrîcana Hunerê ya Zarokan sibe destpê dike

5’emîn Mîhrîcana Hunerê ya Zarokan dê sibe li bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişlo destpê bike. Dê 26 tîmên zarokan beşdarî mîhrîcanê bibin. Mîhrîcan dê bi dirûşma ‘Em zarok simbilên jiyanê ne’ were lidarxistin.

Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê dê sibe 1’ê Îlonê bi boneya Roja Cîhanê ya Aştiyê, 5’emîn Mîhrîcana Hunerê ya Zarokan lidar bixe. Dê mîhrîcan li bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişlo li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran û li bin kon li navçeya Til Temirê ya girêdayî kantona Hesekê were lidarxistin. Dê mîhrîban 4 rojan berdewam bike. Mîhrîcana par bi dirûşma ‘Em bi hevre xewnên zarokên Efrînê pêk bînin’ li dar ket. Dê îsal mîhrîcan bi dirûşma ‘Em zarok simbilên jiyanê ne’ were lidarxistin.

Dê 26 tîm ji tîmên zarokan ên filiklorên Kurdî û Erebî beşdarî mîhrîcanê bibin. Ev tîm ji herêmên Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê  weke; bajarê Qamişlo, Hesekê, Dêrik, navçeyên Til Temer, Til Hemîs, Koçerat, Til Koçer, Tirbespiyê, bajarokê Rimêlan, Cezaa û Maşûq.

Di mîhrîcanê de dê pêşandanên şano, dîlanên gelêrî, stranên filiklorîk û jenîna enstrumanên mûzîkê, bên pêşkêşkirin.

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din