5‘emîn Mîhrecana Zarokan dest pê kir

5‘emîn Mîhrecana Zarokan bi dirûşma "Em zarok simbilên jiyanê ne" di roja yekemîn de li bajarokê Rimêlanê dest pê kir.

Çalakiya mîhrecanê di roja xwe ya yekem de li ser dika şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişlo dest pê kir.

Mîhrecan ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê ve bi boneya 1‘ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê hatiye organîzekirin. 19 komên zarokan ên ji tevahî herêmên kantona Qamişlo tevlî mîhrecanê bûn.

Di mîhrecana ku dê 4 rojan dewam bike, şano, stran û dîlan werin pêşkêşkirin.

Di roja yekem a çalakiyê de koma Orkestra Rojava, Koma Etfal El-Mehebe û Selam (zarokên hezkirin û aştiyê) yên girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Til Koçerê şanoyek li ser şewata zeviyên çandiniyê û gelek stranên folklorî pêşkêş kirin.

Koma Kulîlkên Koçerat a herêma Koçerat govendên herêma Koçerat pêşkêş kirin, koma Şehîd Yekta a bajarokê Rimêlan jî şanoyek pêşkêş kirin.

Çalakiya roja yekem bi meşekê bi boneya 1‘ê Îlonê bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din